Nasnameya 2 şehîdên YJA Starê hate eşkerekirin

Nasnameya 2 gerîlayên YJA Starê ku di çalakiya 1'ê Çileyê de li navçeya Qilaban a Şirnexê şehîd bûn hate eşkerekirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyek weşand û li ser nasnameya gerîlayên şehîd bûn agahî da.

Di daxuyaniyê de qala jiyan û têkoşîna gerîlayên YJA Starê Ayşe Baykal (Zozan Cûdî) ya Çerkez a ji Stenbolê û Yasemîn Balli (Dîcle Firat) a ji Agiriyê hate kirin.

Daxuyaniya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:

"Me beriya niha ragihandibûn ku 1'ê Çileyê li navçeya Qilaban a Şirnexê, hêzên me li dijî Qereola Girê Sînekê çalakiyek pêk anîn û di encamê de 6 leşkerên dijmin hatin kuştin. Di vî şerî de hevalên me Zozan û Dîcle bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.

Nasnameya hevalên me yên şehîd bûn wiha ye:

Nasnav: Dîcle Firat
Nav paşnav: Yasemîn Balli
Cihê jidayikbûnê: Agirî
Dayik-Bav: Yildiz-Zulkuf
Dem û cihê şehadetê: 1'ê Çileya 2018'an / Şirnex

Nasnav: Zozan Cûdî
Nav paşnav: Ayşe Baykal
Cihê jidayikbûnê: Stenbol
Dayik-Bav: Denîz-Ahmet Îzzettîn
Dem û cihê şehadetê: 1'ê Çileya 2018 / Şirnex

Hevrêya me Zozan Cûdî hevaleke me ya Çerkez e ku ji nasnameya enternasyonalîzmê, ji yekîtiya gelan bawer kir û tevlî nava refên azadiyê bû. Di demekê de ku faşîzma AKP-MHP'ê bi rengekî hovane terora dewletê li ser gelên Tirkiyeyê dimeşand, tevlî nava refên me yên têkoşînê bû. Ji dil pê bawer kir ku cihê herî dînamîk ê têkoşîna demokrasiyê ya li Tirkiyeyê, Tevgera Azadiyê ya Kurd e û bi vê têgihiştinê tevlî bû. Tevî pêkanînên faşîzma dewleta Tirk ên qirkirina civakê, dît ku zexteke mezin li hemû beşên civakê bi taybetî jinan dike û bawerî pê anî ku li dijî vê sîstema faşîst divê têkoşîneke hevpar a gelan bê dayin. Hevala me Zozan pê abwer bû ku ji bo têkoşîna demokrasiyê ya gelan divê hemû bindest bibin yek.

Hevala me Zozan weke jineke Çerkez xwedî li nasnameya jinên azad a Rêber Apo derket, kevneşopiya berxwedêrî ya Sarayan ji xwe re kir mînak û bû yek ji nûnerên enternasyonal ên xeta azadiya jinê.

Heta kêliya ku bi lehengî şer kir û şehîd bû, xwedî li kevneşopiya berxwedana hevpar a gelan derket. Hevala me Zozan bi kesayetiya xwe ya kedkar û berxwedêr cihê xwe di dilê herêyên xwe de girt.

Hevala me Dîcle Firat, di nava kevneşopiya raperîner a Agirî de mezin bû. Bû yek ji ferdên kevneşopiya ku ti carî serî li ber dijmin netewand û di nava her şert û mercî de bû şervaneke azadiyê. Bi kedkarî, dilgermiya hevrêtî, pratîk û parvekirina xwe, bi hestên xwe yên ji dil xwedî li gerîlatiyê derket. Hevala me Dîcle, di demekê de ku dijmin polîtîkayên xwe yên qirkirinê yên li dijî gelê me giran kir, tevlî nava refên gerîla bû û bi daxwaz û hêrseke bê eman li dijî dijmin şer kir. Weke milîtaneke xeta azadiya jinê ya Rêber Apo heta kêliya dawî xwedî li têkoşîna azadiyê derket û bi awayekî bê eman şer kir.

Hevalên me Zozan û Dîcle derbên giran li dijmin xistin û bi lehengî şehîd bûn. Di serî de malbatên wan em sersaxiyê ji hemû gelê me yê welatparêz dixwazin û careke din soza xwe dubare dikin ku em ê xewn û xeyalên şehîdên xwe pêk bînin."