Nasnameya 2 gerîlayên li Zapê şehîd bûbûn hatin eşkerekirin-NÛ BÛ

HPG a nasnameya 2 gerîlayên li Zapê şehîd bûbûn eşkere kir got: “Hevrêyên me Berwelat û Gulistan bi berxwedana li Zap û lehengiya xwe bûye yek ji xelekên vê serketinê, cihê xwe di dîroka Azadiya Jinê de girtine.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî 2 gerîlayên şehîd bûne daxuyaniyek da û ev agahî parve kirin:

“Di bomberdûmana artêşa Tirk a dagirker a 12’ê Hezîrana 2021’ê ya li devera Tîpa T a girêdayî Herêma Zapê de hevrêyên me Berwelat û Gulistan ên li ser erka xwe bûn şehîd bûne.

Nasnameya hevrêyên me yên şehîd wina ne:

Nasnav: Berwelat Mazlûm
Nav û Paşnav: Muhlîse Huseyîn
Cihê Jidayikbûnê: Hesekê
Navê Dayikê-Bav: Îlham – Abdurrahîm
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Zap/ 12’ê Hazîrana 2021

***

Nasnav: Gulistan Çiya
Nav û Paşnav: Newroz Buzî
cihê Jidayikbûnê: Kobanê
Navê Dayikê-Bav: Selwe – Ahmet
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Zap/ 12’ê Hazîrana 2021

 

Êrîşên dewleta Tirk a qirker ku bi armanca qirkirinê dane destpêkirin, bi berxwedana bi pêşengtiya jinên azad ên Kurdistanê, her roja diçe derb dixwe û her diçe di encama van derbaxwarinan de sîstema qirker li ber hilweşînê ye. Bi berxwedana dîrokî ya ku berdêla wê çi dibe bila bibe li dijî mêtingeriyê ketine ser rê, di sîstema mêr a serwer de jinên azad ên Kurdistanî ku qûlên qet neyên pînekirin vekirin, temînata teqez a serketinê ne. Hevrêyên me Berwelat û Gulistan bi berxwedana li Zap û lehengiya xwe bûye yek ji xelekên vê serketinê, cihê xwe di dîroka Azadiya Jinê de girtine.

Hevrêya me Berwelat di malbatek welatparêz a li bajarê Hesekê yê Rojava de ku gelan bi hevre di çarçoveya prensîbên azad û demokratîk şoreşa azadiyê hûnandine ji dayîk bûye. Di pêvajoya Şoreşa Azadiya Rojava ku bûye hêviya azadiya gelan de Tevgera Azadiya Kurdistanê nas kiriye û bandor bûye. Bi taybetî ji rastiya  têkoşîn û jiyana heval Mazlûm Dogan ku yek ji milîtanên pêşeng ê Berxwdana Girtîgeha Amedê ye pir bandor bûye û ji bo ku bibe xwedî têkoşîn û jiyanekê ku bikare ji vê rastiyê re bibe bersiv ketiye nav lêgerînê.

Hevrêya me Berwelat ku bi vê armancê bera xwe dide çiyayên Kurdistanê, tevlî nav refên gerîla dibe û bi vê yekê re bersiva lêgerîna xwe ya hebûn û azadiyê dîtiye. Piştî ku tevlî nav refên gerîla bû bi seknekî ku berdewam dixwend, lêkolîn dikir û xwe pêş dixist ve di demekî kurt de karî bibe gerîlayekî kêrhatî. Hevala me Berwelat ku bi diyarkerbûyîna jinên Kurd ya di nav jiyan û têkoşînê de hesiya bû, li ser vî bingehî ji bo ku xwe bigihîne nasnameya jina azad ket nav hewldaneke berfireh û bi vê armancê di kesyetiya xwe de guhertinên girîng çêkir. Hevrêya me Berwelat ku di wê baweriyê de bû li Kurdistanê zafera li hemberî dijminê mêtingir, encax bi terzê gerîla yê serdema nû ve pêkan e, bi vê armancê ve ji bo ku di qada leşkerî de bibe pispor û bikare ji pêvajoya dîrokî ya em tê re derbas dibin re bibe bersiv, girîngiyek mezin daye perwerdeyên bîrdozî û leşkerî. Ji bo bibe leşkerekî baş û milîtaneke pêşeng kedek mezin daye. Hevrêya me Berwelat ku karîbû bi kesayetiya xwe ya aram, têgihîştî û dilnizm ve bawerî bide hemû hevalan wek milîtaneke jin ê mînak karî cihê xwe yê birûmet di nav qehremanên nemir ên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de bigire.

Hevrêya me Gulistan li bajarê berxweanê Kobanê di malbatek welatparêz de ji dayîk dibe, ji berku malbata wê koçberê Şamê bibû li wê derê mezin bûbû. Lê bi pêşketina Şoreşa Azadiya Rojava re hevala me Gulistan dubare wedigere xakên ku li wê derê ji dayîk bûye û ji nêz ve şahidî ji pêşketinên ku Şoreşa Azadiya Rojava di qada civakî de pêkanîbû kiriye. Bi taybetî dema guhertina rewşa jin ya di nav civakê de û derfetên azadiyê yên qezenckirî dibîne, ji vê rastiyê pir bandor dibe. Hevrêya me Gulistan ku pê dihese çavkaniya wan guhertinan û asta azadiya heyî felsefeya Rêber Apo ye, lewre ji bo ku bikare bibe şervaneke kêrhatî yê vê fikra azadiyê tevlî nav refên gerîla bûye.

Hevrêya me Gulistan ji roja tevlî nava refên gerîla bû û şûnde, weke ji nû ve bê dinê, ji bo bandorên çandî û paşverûtî ku di nava sîstemê de heyî rizgar bike, bûye xwedî hewldaneke mezin. Ji ber vê hewldana wê xwe tim nû kiriye, gihaye xwebûniya xwe. Bi taybet statuya koletî ya sîstema kapitalîst û civaka feodal a keneperest a li ser jinê disepîne, li ser ramanên Rêber Apo, çareserkiriye û gihaye zanabûnê. Li hember vê xwe li gorî rêgez û pîvanên jina azad ji nû ve girtiye dest û li ser vî bingehî guherînên mezin li xwe daye avakirin. Hevrê Gulistan girêdan û ewlehiya wê ya bi hevrêtiyê re heskirina hemû hevrêyên xwe qezenç kiriye, bi kesayetiya xwe ya kedkar, fedekar û dilgermî bûye milîtaneke mînak a YJA Starê.

 Hevrêyên me Berwelat û Gulistan ên bûne mînakên herî şênber ên bûn şervanên kêrhatî yên Îdeolojiya Azadiya Jinê ya bi sekna jiyan û têkoşînê û gihan wê yekê ku azadiya jinê enceq bi têkoşîna li diî sîstema serwer a mêr mimkûn e. Di serî de ji malbata hevrêyên xwe yên bi nirx û hemû gelê me yê welatparêz re dîsa hemû jinên li her qada jiyanê li ber xwe didin re sersaxiyê dixwazin.”