Nasnameya 10 şehîdên Pêngava Xezeba Firatê hat eşkerekirin
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê, nasnameya 10 şervanên xwe yên di 19, 20 û 21'ê Nîsanê de di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, qonaxa çaremîn a pêngavê bi rengekî serketî dewam dike û şervanên QSD'ê bê rawestan bi pêş ve diçin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di çarçoveya qonaxa çaremîn de li gundewarên bakurê Reqayê û li bajarê Tebqayê, bi fedakariya şervanên QSD'ê pêşketinên girîng hatin bidest xistin û dor hê bêhtir li Reqayê hatiye girtin."
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Bi armanca parastina sivîlên herêmê şervan bi baldariyeke mezin tevdigerin da ku zerar negihîje wan. Bi vê hewldanê hejmarek pir zêde sivîlên Reqa û Tebqa ji hovitiya çeteyan hatin xilaskirin. Di dema paqijkirina gundan û rizgarkirina sivîlan de, ku şerekî giran lê qewimî, 10 hevalên me tevlî karwanê şehîdan bûn.
Em weke YPG/YPJ soza xwe dubare dikin ku em ê li ser rêya hevrêyên xwe yên şehîd bin. Di serî de ji malbatên şehîdan re, ji tevahî gelên Kurdistan û gelê bakûrê Sûrî re sersaxiyê dixwazin."
Li gorî daxuyaniyê, nasnameya 10 şervanên di pêngavê de jiyana xwe ji dest dan, bi vî rengî ye:
Nasnav: Botan Kiçî
Nav paşnav: Hasan Şakar
Navê Dayikê: Petrî
Navê Bav: Ahmet
Cih û dema şehadetê: Reqa, 23 Nîsan 2017
Nasnav: Egîd Qamişlo
Nav paşnav: Ahmet Reşît
Navê Dayikê: Xalise
Navê Bav: Silêman
Cihê jidayikbûnê: Hesekê
Cih û dema şehadetê: Reqa, 21 Nîsan 2017
Nasnav: Elî Qamişlo
Nav paşnav: Hisên Mihemed
Navê Dayikê: Tirkiya
Navê Bav: Ehmed
Cihê jidayikbûnê: Til Hemîs
Cih û dema şehadetê: Reqa, 20 Nîsan 2017
Nasnav: Êrîş Axçira
Nav paşnav: Mihemed Toz
Navê Dayikê: Hatîce
Navê Bav: Osman
Cih û dema şehadetê: Reqa, 20 Nîsan 2017
Nasnav: Êrîş Azad
Nav paşnav: Muhammed Çaglar
Navê Dayikê: Fatma
Navê Bav: Menderes
Cih û dema şehadetê: Reqa, 21 Nîsan 2017
Nasnav: Gur
Nav paşnav: Salar Ehmed
Navê Dayikê: Sefiye
Navê Bav: Luqman
Cihê jidayikbûnê: Qamişlo
Cih û dema şehadetê: Tebqa, 19 Nîsan 2017
Nasnav: Jêhat Dîgor
Nav paşnav: Huseyîn Çetîn
Navê Dayikê: Qendîle
Navê Bav: Îsmaîl
Cih û dema şehadetê: Reqa, 21 Nîsan 2017
Nasnav: Pêşewa Armanc
Nav paşnav: Rahîm Marûfî
Navê Dayikê: Helîme
Navê Bav: Resûl
Cihê jidayikbûnê: Mehabad
Cih û dema şehadetê: Reqa, 21 Nîsan 2017
Nasnav: Serdar Kobanê
Nav paşnav: Ebdûlkadir Derwêş
Navê Dayikê: Allî
Navê Bav: Osman
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Cih û dema şehadetê: Reqa, 21 Nîsan 2017
Nasnav: Zozan Botan
Nav paşnav: Fehîme Yaman
Navê Dayikê: Helîme
Navê Bav: Nîmet
Cih û dema şehadetê: Reqa, 21 Nîsan 2017