Nasir Yagiz û Herêm Mehmûd serdana çalakiya dayikên Mexmûrê kirin

Nasir Yagiz û Herêm Mehmud serdana dayikan kir û piştgiriya xwe ji bo çalakiya wan diyar kirin.

Berxwedana Dayikên Aştiyê ya li seytereya PDK'ê ya di navbera Hewlêr û Mexmûrê de li dijî dorpêça ku 63 roj in Ii ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem (Cûdî) didome 18 roj li pey xwe hişt. Nasir Yagiz û Herêm Mehmud serdana dayikan kir û piştgiriya xwe ji bo çalakiya wan diyar kirin.

63 roj in dorpêç û ambargoya ku rêveberiya Herêma Kurdistanê danî  ser ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) berdewam dike. Ji bo rakirina vê dorpêçê Dayîkên Aştiyê yên Wargeha Panaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) tevî şert û mercên dijwar jî 18 roj in li seyteraya PDK'ê ya di navbera Hewler û Mexmûrê de di çalakiyê de ne.

Endamê Meclîsa Nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Hewlêrê Nasir Yagiz ê 187 û Endezyar Herêm Mehmud ku 91 rojan ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de mayîn serdan çalakiya dayikan kirin û piştgiriya xwe ji bo çalakiya wan diyar kirin.

Hêjayî bibîr xistinê ku Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê Fedîle Tok ku ew ji li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 126 rojan ketibû grevan birçînê ya bê dem û bê dorveger de ji bo piştgiriya dayikên aştiyê beşdarî çalakiyê bûye û li cihê çalakiyê berxwedan xwe berdewam dike.