Namzetiya Sabrî Ozdemîr hate redkirin

Namzetiya Sabrî Ozdemîr a ji bo Hevşaredariya HDP’ê ya Êlihê ku ji aliyê qeyûm ve hatiye xesp kirin ji aliyê Desteya Hilbijartinê ya Navenda Bajêr ve hate red kirin.

Namzetiya Sabrî Ozdemîr ku ji aliyê HDP’ê ve ji bo Hevşaredariya Êlihê nazmet hatibû nîşandan, ji aliyê Desteya Hilbijartinê ya Navenda Bajêr ve hate redkirin. Diyar bû desteyê serlêdana namzetiyê ya Ozdemîr bi hinceta derbarê wî de doz heye red kiriye.

Parêzerê Ozdemîr Ferhat Ozdemîr diyar kir ku wê li Desteya Hilbijartinê ya Bajêr îtiraz bikin û got; “Beriya niha di derbarê muwekîlê min de cezayek 5 meh û yek jî 11 meh yê paşvexistinê hebû. Lê ev ji bo hilbijartinê ne asten e. Em ê roja Duşemê li Desteya Hilbijartinê ya Bajêr îtiraz bikin.”