Namzetên Lîsteya Nifşê Nû li Helebçeyê bi gel re civiyan

Namzetên parlamenteriyê yê Lîsteya Nifşê Nû yên Heleçce bi hilbijêran re civiyan. Di civînê de namzet hatin nasandin û qala girîngiya hilbijartinan hate kirin.

Xebatên namzetên parlamenteriyê didomin yên ew ê ji bo hilbijartina 12’ê Gulanê li Başûrê Kurdistan û Iraqê were kirin. Namzetên Lîsteya Nifşê Nû yên Helebçeyê bi hilbijêran re civiyan. Di civînê de namzet hatin nasandin û qalan girîngiya hilbijartinan hate kirin.

Namzetên Lîsteya Nifşê Nû di çarçoveya kampanyaya hilbijartina 12’ê Gulanê de li Helebçe bi gel re civiyan.

Gelek endamên partî û gel beşdarî civinê bûn, Lîsteya Nifşê Nû namzetên parlamenteriyê yên Helebçe da nasandin.

Piştre namzetê parlamenteriyê Serkewt Şemsedin axivî û got, roja hilbijartinê wê hilbijêr kesên ku gendeliyê dikin ceza bikin û namzetên Lîsteya Nifşê Nû wê di van hilbijartinê de bi ser bikeve.

Şemsedîn di dewama axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên li dijî namzetên Lîsteya Nifşê Nû û wiha got; “Êrîşa li dijî namzetên me dide nîşandan ku li Başûrê Kurdistanê desthilatdarî bin ketiye.”

Civîn piştre bi guhdarkirina stranan û gerandina govendê bi dawî bû.