Namzetên Dersimê: Em ê faşîzmê qels bikin

Namzetên Yekîtiya Hêza Şoreşger a Dersimê diyar kirin, 31'ê Adarê wê dengdan li ser demokrasî û rejîma yek şexsî bê kirin û gotin, faşîzma AKP-MHP'ê wê li Dersimê bê qelskirin.

Yek ji 96 şaredariyên DBP'yî yên ku bi destê qeyûman ji aliyê rejîma AKP-MHP'ê ve hate desteserkirin, Şaredariya Dersimê ye. Ji bo şaredariya hatiye desteserkirin ji nû ve radestî gel bê kirin HDP, DBP, ESP, EMEP û Partîzan Yekîtiya Hêzê ya Şoreşger ava kirin. Karên hilbijartinê yên yekîtiyê bi xurtî didomin.

'SERKETINA LI HILBIJARTINÊ ÊDÎ MESELEYEKE RÛMETÊ YE'

Namzetên Yekîtiya Hêza Şoreşger a Dersimê yên ji bo Hevşaredariyê Nûrşat  Yeşîl û Hidir Demîr ji ANF'ê re axivîn.

Ji namzetan Nûrşat Yeşîl kedkareke tenduristiyê ye ku piştî 16 salên hemşîretiyê di dema Rewşa Awarte de bi biryarnameya di hikumê qanûnê de bi rengekî nehiqûqî ji kar hatiye derxistin. Yeşîl li Dersimê ji dayik bû, lê mezin bû û demekê Hevserokatiya Şaxê SES'ê kir. Yeşîl diyar kir, li Dersimê ku îradeya gel hatiye desteserkirin, serketina di hilbijartinê de êdî ferz e û got, "Serketina me ya di vê hilbijartinê de beriya her tiştî meseleyeke rûmetê ye."

Yeşîl anî ziman, bi tayînkirina qeyûm re polîtîkayên asîmîlasyonê li Dersimê zêde bûn û diyar kir, karê destpêkê yê qeyûmê desthilatdariyê ew bû ku motîfên Osmanî û Selçûklû ku li dijî çanda gelê Dersimê ye, li her devera bajêr bi cih kir.

Yeşîl da xuyakirin ku şaredarî niha veguheriye mîna qereqolê û anî ziman, gelek mirov ji bo vê atmosfera zordar nebîne bi mehan e naçin şaredariyê. Yeşîl diyar kir, ji ber vê yekê 2.5 sal in ew neçûye şaredariyê û got, "Şaredarî li navenda bajêr e, lê bi temamî ji bajêr dûr ketiye. Mirov ji vê rewşê aciz in, naxwazin biçin şaredariyê. Ji ber ku şaredarî êdî ne şaredariya gel e."

Yeşîl anî ziman, hem ji ber sedemên aboriyê hem jî ji ber polîtîkayên ewlekariyê mirov ji Dersimê koç dikin û got, "Zerara ku polîtîkayên 'ewlekariyê' dan bi afirandina aştiyê dikare çareser bibe. Li dijî pirsgirêka bêkariyê jî ew dixwazin cihên biçûk ên kar av bikin. Li taxan bi avakirina kargehên biçûk ên tekstîlê, kreş û stargeha extiyaran wê hewl bidin cihên kar zêde bikin. Her wiha ji bo mirovên dixwazin sewalkariyê bikin jî wê piştgiriya wan bikin."

'YA DEMOKRASÎ YA JÎ REJÎMA ŞEXSEKÎ'

Yeşîl destnîşan kir, ji bo pêşî li polîtîkayên asîmîlasyonê yên bi rêk û pêk bûne bigire, ji bo îradeya gel a hatiye desteserkirin ji nû ve radestî gel bike, ew bûye namzet û diyar kir, gel zane ku ev hilbijartin ne weke hilbijartinên bihurî ye.

Yeşîl ragihand, di hilbijartinên 31'ê Adarê de dengdan wê li ser demokrasiyê ya jî rewakirina rejîma yek şexsî bê kirin û got, "Ev hilbijartin ji bo dewamkirina desthilatdariya wan pirsgirêkeke mayindebûnê ye. Ji bo me jî meseleyeke paşerojê ye ku em karibin faşîzma AKP-MHP'ê qels bikin û li qada xwecihî azadî û demokrasiyê bi dest bixin. Em ê teqez bi ser bikevin."

'EM Ê BI HEV RE PÊŞÎ LI VÊ RÊVEÇÛNÊ BIGIRIN'

Namzetê Yekîtiya Hêza Şoreşger ê ji bo Hevşaredariya Dersimê Hidir Demîr jî anî ziman, armanca wan a destpêkê qelskirina rejîma yek şexsî ya AKP'ê ye û bi vê yekê re dixwazin îradeya gel a hatiye desteserkirin ji nû ve radestî gel bikin.

Demîr got, "Ji bo bicihanîna rejîma şexsekî, Dersim niha mîna laboratûwareke biçûk e. Erkên li vir hemû di destê walî de ye û dilê wî çi bixwaze wê dike. Dema ku dilê wî dixwaze fermanê dide ajokarê mînîbusê ji bo dakeve, ya jî weke ku roja bihurî qewimî; ciwanên ku bi destê wî negirtin yekser destgîr kir. Lewma divê ev nêzîkatiya zordar a ku gel nas nake ji şaredariyê bê avêtin. Daxwaza herî mezin a gel ji me ew e ku ev rewş tavilê bê guhertin. Karê me yê sereke ew e ku em mafên mirovan ên bingehîn ên hatine binpêkirin ji nû ve biafirînin û dilê gel rehet bikin. Em ê vê feraseta rêveberiya dewletê ya zordar qels bikin. Ji bo afirandina şaredariyeke gelparêz û demokratîk em ê têbikoşin."