Namzetê YNK'ê yê ji bo Serokkomariya Iraqê Berhem Salih e

Yekîtiya Niştiman a Kurdistanê (YNK) ragihand ku namzetê wan ê ji bo Serokkomariya Iraqê, Serokkomarê heyî Berhem Salih e.

Hevserokê Giştî yê YNK'ê Bafil Talabanî piştî dengdana ji bo hilbijartinên giştî yên Iraqê daxuyanî da çapemeniyê.

Talabanî got, "Em ê YNK'ê veguherînin YNK a Mam Celal. Em ê Kurdistanê bikin Kurdistana Mam Celal, bi taybetî jî Kerkûkê."

Talabanî ji bo pirsa li ser namzetê YNK'ê yê Serokkomariya Iraqê jî got, "Berhem Salih e."

Li Iraqê serokatiya Serokkomarî, Serokwezîrtî û Serokatiya Parlamentê li gorî peymanên etnîkî û olî têne diyarkirin.

Serokkomariya ku bi giranî fonksiyona xwe ya rûmetî ye, ji Kurdan re tê dayin. Di vê çarçoveyê de YNK'ê heta niha tercîha xwe li Serokkomariya Iraqê daniye, Seroktiya Herêma Kurdistanê jî ji PDK'ê re tê dayin.