Namzetê PADÊ Şêx Derwêş bi gel re civiya

Namzetê Partiya Azadî û Demokratik ya Êzidiyan (PADÊ) Semîr Şêx Derwêş di berdewamiya bernameya xwe ya ji bo xebatên hilbijartinê de, li gundê Zorava ya girêdayî Şengalê bi gel re civiya.

Namzetê Partiya Azadî û Demokratik ya Êzidiyan (PADÊ) Semîr Şêx Derwêş di berdewamiya bernameya xwe ya ji bo xebatên hilbijartinê de îro li gundê Zorava ya girêdayî Şengalê re civiya. Namzetê PADÊ Semîr Şêx Derwêş ji aliyê gel ve bi coşeke mezin hate pêşwazî kirin. Di civînê de Semîr Şêx Derwêş daxwaz û hêviyên gel guhdar kir, her wiha girîngî û wateya serkeftina Partiya Azadî û Demokratik ya Êzidiyan (PADÊ) ji gel re vegot.

Namzetê PADÊ Şêx Derwêş ji gel re anî zima ku divê gel bi çûna ser sindoqan û bi dengê xwe bersiv bide farmana û got: “Civaka me 73-74 ferman dîtiye, ji bo me dawî li van fermanan bînin divê em tev bi hev re kar û xebat bidin meşandin. Em enceq bi kedê û xîretê serbikevin. Berê em dengên xwe didin hinek kedan lê me dît ku ew ji civaka me re nakin. Ji bo wê divê em êdî bi xwe ji bo xwe bikin. Divê em fermana li ser civaka xwe jibîr nekin. Divê em rondikên dayk û zarokên xwe jibîr nekin.”    

Semîr Şêx derwêş da diyar kirin ku divê ew ji bo xwîna şehîdên xwe dengê xwe bidin partiya xwe û wiha pêde çû: “Me bi keda xwe di gelek waran de dijim şikandiye. Em dikarin di warê siyaside jî bişkênin. Ev jî bi saya gel dibe. Di partiya me de bi dehan hevalên me ji bo Êzidxaneke azad Şehîd ketin. Divê em bersiva şehîdên xwe bidin. Divê em bersiva fermanê bidin.”

Namzetê serbixwe yê Partiya Azadî û Demokratik ya Êzidiyan (PADÊ) Semîr Şêx Derwêş anî ziman ku divê bersiva peymana 9’ê Cotmenê, di 10’ê cotmehê de bê dayîn.

Jina ciwan ya bi navê Nahîde Şengal axivî û got:“Berî fermanê jinê nedikarî di kar û xebatekê de cih bigire, nedikarî karekê ji bo xwe bike. Lê bi pêşketina partiya me PADÊ re, em jin jî xwe bêtir azad dibînin. Ji ber di PADÊ de azadî û wekhevî heye. Divê gelê me dengê xwe bide partiya Êzidiyan, partiya me tenê dikare ji bo me bike.”

Jina binavê Gulê jî bi van gotinan piştgirtiya PADÊ kir û wiha got: “Ev meheke em ji bo namzetê xwe Şêx Semîr kar dikin. Em dixwazin ew bi ser bikeve. Em naxazin yên ku xwe ji bo partiyên din weke namzet dane diyar kirin. ser bikevin. Ji ber ku divê em Êzidî bi halê xwe bifikirin, em tev ji bo partiya xwe PADÊ kar bikin.”

Piştî civînê Şêx Dewrêş serdana gel kir.