Nameyên rojnamevanên girtî hatin desteserkirin

Nameyên rojnamevanên girtî Serdar Altan, Mehmet Alî Ertaş û Zeynel Abidin Bulut hatin desteserkirin.

Li Amedê 16 rojnamevanên Kurd di 16’ê Hezîranê de hatibûn girtin. Desteya Dîsiplîna Girtîgeha Amedê ya Tîpa D’yê nameyên Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Midûrê Karên Nivîsan ê rojnameya Xwebûnê Mehmet Ali Ertaş û ji edîtorê Xwebûnê Zeynel Abidin Bulut desteser kirin.

Desteya Dîsiplînê nameyên ku rojnamevanan ji bo hempîşeyê xwe Huseyîn Aykol şandibûn bi awayek “bi xeter” dît.

Hinceta desteserkirina nameyan jî “dibe ku propaganda rêxistinê û ragihandina rêxistinî vediguhezîne” hat nişandan.