'Nabe ku ol ji bo siyaseta qirêj bê bikaranîn'

Endamê Kongreya Îslamî ya Demokratîk (DÎK) Mele Yûsûf Andan destnîşan kir ku siyaseta qirêj bi olê pêşkêşî mirovan tê kirin û got, divê neyê qebûlkirin ku ol weke amûreke siyasetê bê bikaranîn.

Endamê Kongreya Îslamî ya Demokratîk (DÎK) Mele Yûsûf Andan ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku mirovên Misilman divê xwe ji siyasetê venegirin, ji ber ku siyaset jiyan bi xwe ye û got, "Eger bi nêteke çêker siyaset û Îslam bi hev re bê meşandin gelekî bedew e, lê belê eger ol ji bo siyaseta qirêj bê bikaranîn hingî rewş tê guhertin. Eger ji bo zilm û zextê bê bikaranîn divê kes vê qebûl neke. Ev yek hem ji bo me hem jî ji bo yên me bi rê ve dibin derbas dibe. Bala xwe bidin ser, yên ku nekarîn bi têrkerî olê bipejirînin, serê neviyên Pêxemberê me jê kirin ji bo siyaseta xwe. Ev yek ji bo olê nekirin, ji bo siyaseta xwe kirin."

EM ÎRO JÎ WEKE TERORÎST TÊNE ÎLANKIRIN

Andan bal kişand ser wan kesan ku 'oldar in' lê belê mirovên oldar dikin hedef, bi vî rengî nebaşiyê dikin û got, "Îro jî oldar fetwayê didin û ji bo siyasetê mirovên din ên oldar dikin hedef. Mînak ji bo Şêx Seîd gotin Ermenî ye. Yên ku ev kirin jî miftiyên noker û kesên ji ola Îslamê bûn. Bi fetwayên wan ev mirovên me hatin qetilkirin. Îro jî em weke 'terorîst' têne îlankirin. Dema ku ev hevpeyvîna me hate weşandin jî wê heman tiştî bêjin. Wê bêjin 'Yûsûf ji xwe komunîst e'. Halbûkî ez dibêjim ku divê em li gorî pîvanên hiqûqî yên gerdûnî bijîn. Em bi wî rengî bijîn ku Xwedê, Quran û Hz. Mûhammed li me ferz dike. Li cîhana ku em lê dijîn teqez başî û rastî heye. Înşaleh em ê jî her tim bi başî û rastiyê re bin."

YÊN KU DAXWAZA MAFÊ MEZLÛMAN DIKIN

Andan anî ziman ku heta cîhan hebe wê mezlûm û zalim jî hebin û got, "Zalim ew kes in ku maf, edalet û hiûqa gerdûnî qebûl nakin. Mezlûm jî yên daxwaza mafên xwe dikin. Daxwaza mafê pêşiyên xwe dikikn. Mînak, ez niha weke mezlûmekî bi we re diaxivim, ji ber ku li şûna ku bi zimanê xwe yê dayikê bi Zazakî biaxivim ez bi Tirkî diaxivim. Eger ne ji zalimtiyê bûya min ê te, te yê jî min bi zimanên cuda fêhm bikira. Ji ber ku ez daxwaza mafê xwe dikim weke terorîst tême îlankirin. Bêyî ku haya min jê hebe wê mohrê li min dixin. Bi êşkenceyê zextê li min dikin. Rojekê em ê jî bi hev re mafê xwe werbigirin."