NÇHM'ê Mazdek Ararat bi bîr anî

Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûr (NÇHM) bi daxuyaniyekê sînemager, şoreşger û hunermend Omer Bagci (Mazdek Ararat) bibîr anî û ji malbat û hevrêyên wî re sersaxî xwest.

NÇHM bi boneya şehadeta Mazdek Ararat daxuyaniyeke nivîsîkî da. Di destpêka daxuyaniyê de wate û girîngiya hunerê ya şoreşgerî hatiye nirxandin û hate gotin, "Huner di dawiya tunêlê de dîtina ronahiyê ye.

Hûner dîtina ronahiya ku di tariyê de hatiye weşartin e. Di gihîştina rastiyê de, rêbaza lêgerîna heqîqetê ya herî pêkan û xweşik, huner e. Mirovên herî xweşik jî hunermendên ku li pey vê evînê ketine, rê û şert û mercên herî zehmet de bi vîneke xurt şerê heqîqetê dimeşîne ye. Ew hunermend û şoreşger in, kû ji bo hunermendên paşerojê derî vedikin û ji me re vîna têkoşînê mîras dihêlin."

'HEVAL MAZDEK JI ME RE RÊYA SÎNEMAYA AZAD Û ŞOREŞGER NÎŞAN DIDE'

Di dewama daxuyaniya NÇHM’ê de jiyan û têkoşîna Mazdek Ararat tê bibîrxistin û ji malbat û hevrêyên wî re sersaxî tê xwest. Daxûyanî wiha didome:

"Em şahadeta şoreşger, sînameger û hunermend Şehîd Mazdek Ararat bi awayekî biêş fêr bûn. Heval Mazdek ne tenê sînamager bû; di heman demê şoreşgerek bû ku li Rojava hemberî paşverûtiyê û li çiya de hemberî dagirkeriyê şer  dikir. Wek şopdarê Şehîd Xelîl Dağ, Heval Mazdek ji me re rêya sînemaya azad û şoreşger nîşan dide. Em wekî koma sinemaya Mexmûr û hunermendên wargeha Mexmûr, xemgîniya xwe parvedikin. Diyar dikin ku em jî di rêya hûner û sînemaya şoreşgerî de şopdarê wî bin. ji ber vê em di serî de ji malbata heval û hemû hevalên wî re sersaxî dixwazin.”

Omer Bagci (Mazdek Ararat) di 13'ê Îlona 2019'an de li herêma Minbicê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber qezayekê jiyana xwe ji dest da.

Mazdek Ararat di 14'ê Îlonê de li Şehîdgeha Şehîd Dîcle ya Kobanê bi merasîmekê hatibû veşartin.