MXDŞ: Em ê yek bi yek hesab ji berpirsyarên fermanê bipirsin

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê şehîdên Koço bi bîr anî û destnîşan kir ku ew ê yek bi yek hesab ji yên bûne sedema fermanê bipirsin.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bi daxuyaniyekê şehîdên Koço bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di van rojan de ku 104 cangoriyên me tên oxirkirin û bi sedan ji wan hîn hestiyên wan nehatine derxistin, bi navê MXDŞ'ê em vê pirsê dikin; ên ku doh li ser cenazeyên wan şehîdan daxuyanî didan, roja 15'ê Tebaxa 2014'an li ku bûn û çi dikirin? Yên ku Şengal firotin çima heta niha nehatiye darizandin û cezakirin?"

Meclîsê diyar kir, yên ku bûne sedema van komkujiyan hîn jî li ser kar in û wiha dewam kir: "Îro dixwazin Şengalê û komkujiyên li ser Êzidiyan ber bi aliyekî din ve bibin. Mîna ku tiştek nekirine û her tişt normal e, tevdigerin."

Meclîsê bal kişand ser destwerdana hêzên derve li Şengalê û destnîşan kir, ku tişta dixwestin bi destê DAÎŞ'ê bikin, niha dixwazin bi xwe li Êzidxanê bikin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dijminê vê olê, baweriyê û çandê careke din dixwazin fermanê li Êzidiyan rakin. Lê belê ji destpêka fermanê heta niha em ji bo azadî û xweseriya Êzidxanê şehîdan didin. Em ê xwîna wan li erdê nehêlin. Em ê yek bi yek hesab ji kesên bûne sedema komkujiyê bipirsin. Çi êrişa li ser Êzidiyan wê me li hemberî xwe bibîne."