MXDŞ û TAJÊ piştgirî dan banga KCK’ê

Sazî û dezgehên şengalê bi pêşengiya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi daxuyaniyekê piştgirî da banga KCK’ê û tecrîda li ser ocalan şermezar kirin.

Bi pêşengiya Desteya Rêveber a Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) sazî dezgehên gel ên şengalê îro danê sibê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya ji bo banga KCK’ê diyar kirin. Desteyê diyar kir ku weke desteya rêveber a MXDŞ’ê û tevahiya sazî û dezgehên gel ên şengalê tevlî vê pêngavê dibin û dan zanîn ku ancax bi serhildan û berxwedanê wê faşîzma dewleta Tirk bê têkbirin.

Di daxuyaniyê de li ser navê Desteya Rêveber a MXDŞ’ê Riham Hiço axivî û got: “Bi sedan sal e dewleta Tirk a dagirker dijminatiya gelên azadîxwaz dike, êrîş tîne ser pêkhateyên herêmê. Dixwaze nijadperestiya xwe li ser gelan bide ferzkirin û ji bo vê dixwaze dagirkeriya xwe li tevahiya herêmê pêk bîne.”

Hiço bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha pêde çû: “Tecrîda li ser Rêber Apo jî ji vê polîtîkayê serbixwe nîne. Em weke civaka Êzidî tevlî pêngava KCK’ê dibin û heta azadiya Rêber Apo têbikoşîn. Êdî dem hatiye ku tecrîda li ser Rêber Apo tê pêkanîn bê şkandin û Rêber Apo bê azadkirin. Ji bo vê jî em ê weke civaka êzidî, weke MXDŞ’ê çi dikeve ser milê me em ê bikin.”

Hiço anî ziman ku heke têkoşîn yekpare û xurt be wê serkeftinê bi xwe re bîne û bang li civaka Êzidî kir ku li hemberî faşîzm û dagirkeriya dewleta Tirk bêdeng nemin û rabin ser piya.

Li ser navê Tevgera Aziya Jinên Êzidî (TAJÊ) Sebîha Sebrî jî axivî û diyar kir ku weke jinên Êzidî piştevaniya banga KCK’ê dikin û tevlî vê pêngavê dibin. Sebrî bi domdarî got: “Em weke jinên Êzidî deyndarê fikr û felsefeya Serok Apo ne. Em jî ji bo azadiya Rêber Apo çi bikeve ser milê me em ê bikin û heta tedrîda li ser serokatî bê şkandin û azad nebe em ê li qadan bin.”

Sebrî bang li tevahiya Êzidiyan û gelê Kurd kir ku piştgirî bide vê bangê û tevlî vê pêngavê bibe.