MXŞD: Ev êrîş berdewama qirkirina civaka Êzidî ye

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXŞD): Em ê li pey xewn û xeyalên şehîdên xwe bin. Heta armanca Mamê Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî ku stûna civaka Êzidî ya Şengaleke xweser û civakeke azad pêk bînin em ê têkoşîn bikin.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXŞD) bi daxuyaniyekê êrîşa dewleta Tirk a li Şengalê pêk hatî şermezar kir. MXŞD’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser hewldanên dewleta Tirk ên qirkirinê û  diyar kir, “Ev êrîş, berdewama êrîşên qirkirinê yê hevkarê dewleta Tirk DAÎŞ’ê ne.”

Daxuyanî wiha ye:

“Weke tê zanîn dewleta Tirk a dagirker di dîroka xwe de heta niha bi hemû hêza xwe dijminatiya gelê Êzidî û baweriya wê kiriye. Hinek caran veşartî, gelek caran jî bi eşkere êrîş kiriye. 73 fermanên ku di serê civaka Êzidî de hatî, an dewleta Tirk bi xwe pêk anîne, yan jî bi destê hevkarên xwe pêk anîne. Mînaka vêya herî dawî jî hovîtiya DAÎŞ bû. Dewleta Tirk DAÎŞ rêxistin kir, xwedî kir û li hemberî civaka me da êrîşkirin. Dewleta Tirk hemû hêza xwe ji bo DAÎŞ’ê seferber kir, piştevaniya wê kir û li dijî civaka me dan êrîşkirin. Lê piştî ku DAÎŞ hat têkbirin, dewleta Tirk li dijî Hêzên Parastina Êzidxanê ku ji zarokên civaka Êzidî pêk tê, ketiye nav êrîş û hewldanên qirkirinê. Lewre hêzên parastina Êzidxanê pêşî li qirkirinê girt û nehişt ku civaka Êzidî tine bibe. Lewre niha jî dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi van êrîşan heyfa DAÎŞ’ê bigire. Ti wate û şîrovekirina din a van êrîşên nîne.

Em Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, sazî û dezgehên wê van êrîşên dewlet Tirk ên hovane û nemerdane bi tundî şermezar dikin. Em dibêjin ku ti carî dewleta Tirk wê bi van êrîşên xwe  nikaribe me tine bike û me radest bigire. Divê dewleta Tirk baş bizane ku me çawa li hemberî kalikên wan Osmaniyan li ber xwe daye û li dijî helwestên wan ên qirkinê têkoşîn kiriye, em ê ji niha û pêde jî çand, ziman bawerî, civak û erdnîgariya xwe ji êrîş û hewldanên wan ên qirkirinê jî biparêzin. Em ê xewn û xeyalên şehîdên xwe, armanca Mamê Civaka Êzidî, Mam Zekî Şengalî ku stûna civaka Êzidî ye pêk bînin, Şengaleke xweser û civakeke azad ava bikin.

Em  MXŞD, bang li hikumeta Iraqê dikin ku li hemberî van êrîşan helwesta xwe diyar bike. Lewre ev êrîş ji asîmanê Iraqê û li ser xaka Iraqê pêk tê. Divê Iraq xwedî li axa xwe û serweriya dewleta xwe xwedî derkeve, li hemberî van êrîşan bêdeng nemîne. Heke hikumeta Iraqê li hemberî van êrîşan bêdeng bimîne, wê guman û fikarên civaka me yên heyî zêdetir bike. Lewre ev deverên rastî êrîşê hatî, di bin serweriya Iraqê de ne û ala Iraqê lê ba dibe.

Dîsa em bang li Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û sazî û dezgehên civakî dikin ku li hemberî van êrîşên li ser civaka Êzidî tê kirin bêdeng nemînin. Bêdengiya cîhanê ya li hemberî van êrîşên qirkirinê ku li ser civaka Êzidî ku civakeke herî kevnar a Rojhilata Navîn e pêk tê, şerma mirovahiyê ye.

Her wiha em li bang li civaka xwe ya Êzidî dikin ku li her çar beşên Kurdistanê û cîhanê li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin û dakevin qadan, dewleta Tirk şermezar bikin. Hesap ji dewleta Tirk a qirker û dagirker bixwazin.

Em ji malbatên şehîdên xwe re sersaxî; ji birîndar û malbatên xwe re şifaya xêrê dixwazin.”