Muslim: DAIŞ hê xilas nebûye, şer dewam dike

Muslim: Sîstema ku me afirandiye gelek zelal û vekiriye. Heta bêjî li gorî rêgezên demokrasiyê ve hatiye avakirin. Ji bo krîza li Sûriyê ji xeynî vê ti alî projeyeke dernexistiye holê.

Berpirsê Dîplomasiyê ya Federasyona Bakurê Sûriye Salih Muslim li ser mijarên têkiliyên navbera Tirkiye û Îran, civînên Cenevre û Soçiyê, serdana Pûtin a li Sûrî, Misir û Tirkiyeyê, krîza Filîstîn Qudsê her wiha çekên ji bo QSD’ê tê şandin re ji Aryen TV re axivî.

Muslim di derbarê bûyer û pêşketinên rojevî de wiha got:

”Li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê pêvajoyeke nû destpê dike. Bêguman serdanên Pûtîn jî di çarçoveya vê de pêk hat. Bêyî ragihandina pilansaziyeke fermî Pûtîn hat Sûriyeyê û bi Esad re hevdîtin pêk anî. Ziyarate Misirê jî di rojevê de nebû. Diyar e ku xwestiye beriya Erdogan de van hevdîtinan bike. Piştî hevdîtina bi Esad re biryara vekişîna leşkerên Rûsî da. Her wiha bi Serokomarê Misrê Sîsî ku dijberê polîtîkayên Erdogan e re hevdîtin pêk anî.

´ŞER ZÛTIR XELAS NABE´

Wisa tê gotin ku bi biryara Pûtîn şerê li Sûriyê dawî bûye. Bêguman rastî ne wiha ye û şer hê jî dewam dike. Dibe ku navenda bajarên destê DAIŞ’ê de hatibe rizgarkirin. DAIŞ hêza xwe winda kiriye. Lêbelê ev nayê wê wateyê ku DAIŞ dawî bûye. DAIŞ hê jî li Himus, Hama û Îdlîbê gelek gund destê DAIŞê de ye û hê jî êrîş pêk tînin. Ji xeta Cizîrê heta Dêra Zorê DAIŞ hatiye paqijkirin.

´LEŞKERÊN RÛSYAYÊ NAXWAZIN ŞERÊ DI NÛ DE CIH BIGRIN´

Leşkerên Rûsyayê piştî vekişînê cihê xwe dewrê ti hêzî nakin. Ji ber ku leşkerên Îranê û Tirkiyeyê ji xwe li Sûriyeyê bi cî bûne. Rûsya dixwaze babetê şer biguherîne. Ji ber ku beriya niha DAIŞ hebû û her alî wan çeteyan weke terorîst didît. Lêbelê niha mîsal Îran û rejîma Baas her wiha Amerîka her çiqas El Nûsrayê weke terorîst bibînin jî Tirkiye wisa nabîne. Ji ber van gemarên heyî Rûsya di serdema nû de şêwazê hebûna xwe ya li Sûrî diguherîne.

Ya ku dixwiyê navbera Rûsya û Îranê de gelek nakokî hene. Dibe ku di dema dawî de Îran hejmara leşkerên xwe yên li herêmê zêdetir bike. Di nava vê rewşa tevlîhev de alîyê Rûs dixwaze hinekî bandora xwe kêm bike û naxwaze leşkerên xwe bikin perçeyek vê şerê.”

´RÛSYA Û AMERÎKA LI GORÎ BERJEWENDIYÊN XWE ŞERÊ RADIWESTÎNIN´

Salih Muslim di derbarê destpêkirina pêvajoya siyasî ya li Sûriyê jî ev nirxandin kir:

”Biryara dawîkirina şerê an destpêkirina pêvajoya siyasî li Vîetnamê ji hêla Trûmp û Pûtîn ve hatibû girtin. Bêguman ev hêzên navneteweyî dixwazin li gorî berjewendiyên xwe şer dawî bibe. Lêbelê ji leşkerên Kazakîstanê bigre heta gelek çeteyên girêdayî dewleta Tirk û Îranê niha di nav xaka Sûrî de cih bûne. Pirsgirêk hêzên navneteweyî ne, hêzên herêmî ne. Yanê Tirkiye û Îran e. Ev hêzana jî naxwazin şer biqede. Li gorî me di serdema nû de wekê şerê li dijî DAIŞ’ê nebe jî, wê bi şêwazeke nû şer dewam bike.

Muslim di dewama axaftina xwe de bal kişand ser van xisûsan:

”Sîstema ku me afirandiye gelek zelal û vekiriye. Heta bêjî li gorî rêgezên demokrasiyê ve hatiye avakirin. Ji bo krîza li Sûriyê ji xeynî vê ti alî projeyeke dernexistiye holê. Hemû proveke û derewên ku di derbarê sîstema federalî de tê gotin yekser derdikeve holê. Gelek şande tên vir, serdanan dikin û her tiştî bi çavê xwe dibînin. Bêguman wê bandora vê yekê jî derkeve holê. Him li Soçiyê, him jî li Cenevreyê hemû hêzên navneteweyê wê van pêşketinan bibînin. Hêviya me jî ew e ku îredeya derketiye holê qebûl bikin û nas bikin.

Ji bo avakirina demokrasiyê hêz pêwist e. Bêguman ji bo parastina demokrasiyê û di pratîkê de cih bigre jî pêwistiya vê yekê heye. Em hêzdar in û hêza me têra parastina serkeftiyan jî dike. Belê her çiqas girîngbûna Cenevreyê li holê bibe jî, heta niha bêencam mane. Me sedemên vê jî beriya niha yek bi yek anîbû ziman.”

ÇEKÊN QSD’Ê Û HEVKARIYA BI KOLÎSYONÊ RE

”Dewleta Tirk ji ber dijminahiya li hemberî gelê Kurd, ji bo bûyer û realîteyan çewt nîşan bide û vê mijarê weke arguman ji xwe re bikar tîne. Lêbelê rastî ne wiha ye. Ji ber ku DAIŞ hê jî xelas nebûye û şer dewam dike. Ew komên ku bajarên Ewropayê tehdît dikirin û li wan deran êrîş pêk danîn hê jî hene.

Amerîka jî vê yekê dibêje; dema şer dawî bû û komên çete bi temamî hat paqijkirin wû şandina çekan jî rawestînin. Yên ji me re hatiye gotin ev e. Di vê çarçoveyê de hevkariya me ya bi hêzên koalîsyonê re wê dewam bike. Lê yê duxuyê ew e ku dewleta Tirk wê derew û durûtiya xwe ya li ser vê mijarê bidomîne.

´JI BO QUDSÊ Û KERKÛKÊ MODELA ROJAVA´

Ji bo jiyana bi hev re, ji bo wekhevî û azadiyê modela Rojava gelek serkeftî ye. Bêguman ev model xwe dispêre fikr û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Ev model ne tenê ji bo Rojava û Kurda, ji bo hemû Rojhilata Navîn û hemû netewan e.

Bajarê Qudsê ciheke dîrokî ye. Ji bo Misilman, Cihû û Xirîstiyanan bajareke pîroz e. Di modela me de çiqas ol netewe hebe dikarin bi awayekî serbixwe û azad xwe temsîl bikin û mafê xwe biparêzin.

Di vê çarçoveyê de ne tenê ji bo Qudsê ji bo Kerkûk û Mûsilê jî eger modela Rojava were tercîhkirin wê aştî û aramî ava bibe.”