Mûsa Anter ligel astengkirinan li ser gora xwe hate bibîranîn

Zanayê Kurd Mûsa Anter di salvegera qetilbûna xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn.

Zanayê Kurd Mûsa Anter di salvegera 25’emîn a qetilkirina xwe de li ser gora xwe ya li Stîlilê ya Nisêbînê hate bibîranîn. Malbata Anter, Parlementerê HDP’ê yê Mêrdînê Alî Atalan û rêxistinên navçe û bajar ên HDP û DBP’ê beşdarî bibîranînê bûn.

Beriya bibîranînê leşkeran bi wesayîtên zirxî rêya gund girtin û nehiştin gel biçin gund. Tenê ji bo parlementer û xizmên malbatê destûr dan.

Parlementerê HDP’ê yê Mêrdînê Alî Atalan di bibîranînê de axivî û got, “Em ê ne têkoşîna wî û ne jî wî ji bîr bikin. Em ê heta dawiyê mîrata wî bilindtir bikin. Heta ku ev gel azad bibe wê ev têkoşîn bidome.”

Hevberdevkê Înîsayatîfa Rojnamevanên Azad Hakki Boltan jî Anter û xebatkarên çapemeniya azad yên jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û got: “Apê Mûsa lêkolînerek heqîqetê bû. Heta roja hat qetilkirin jî têkoşîna heqîqetê dida. Em ê wek berdewama Apê Mûsayan vê têkoşînê bidomînin.”

Herî dawî kurê Apê Mûsa, Dîcle Anter axivî û wiha got: “Çariyek sedsal derbas bû lê hêj kujerên bavê min dernexistine holê û bûyer zelal nebûye. Tiştên Apê Musa dinivîsand digot îro carek din tên dubare kirin. Şagirtên wî jî hatin qetilkirin û diavêjin girtîgehan. Wê ev tişt wisa nemeşe.”