Mûsa Anter li cihê ku hatî qetilkirin hate bibîranîn

Rojnamevan û nivîskarê Kurd Mûsa Anter li cihê ku hatî qetilkirin hate bibîranîn.

Bi pêşengiya Înîsiyatifa Çapemeniya Azad  rojnameger, nûnerên saziyên demokratîk û partiyên siyasî, Musa Anter li Seyrantepe ya Amedê ku cihê lê hatibû qetilkirin bibîr anîn.

Rojnamegeran bi pêşengiya Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA) de bi tevlêbûna parlamenter, Hevserok, rêveberên HDP'ê Meclîsa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Nûnerên ÎHD'ê, Komeleya 78'an, Baroya Amedê û gelek saziyên din de Nivîskar, Rewşenbir û Rojnameger Musa Anter ê di 20’ê Îlona 1992’yan, li Seyrantepe ya Amedê ji aliyê JÎTEM’ê ve hat kuştin bibîr anîn. Rojnameger û nûnerên rêxistinên civakî û demokratîk wêneyên rojnamegerên di salên 1990'an de hatin qetilkirin hilgirtin. Qurnefil û gul rakirin û li tenişta peyker Musa Anter bibîr anîn. Ewil Berdevkê Înîsiyatifa Çapemeniya Azad Hakki Boltan axivî û got: "27 sal derbas bûn. Lê hêj kujer nehatine ronîkirin. Ne tenê yê Apê Mûsa, kujerên rojnamegerên din jî nehatine ronîkirin. Lê wên xwestin wêrekiya Musa Anter bikujin bi ser neketin. Îro şagirtên Apê Mûsa li mîrate, hişmendî û xeta Apê Mûsa xwedî derdikevin û kevneşopiya wan berdewam dikin. Em tu carî Apê Mûsa ji bîr nakin û em li hemberî wêrekî û têkoşîna wî bejna xwe ditewînin. Em ê pênûsa wî tu carî li erdê nehêlin." 
 
Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyad Ceylan jî kuştina Musa Anter şermezar kir û diyar kir ku îro bi hezaran û bi milyonan xeta Apê Musa berdewam dike. Ceylan, destnîşan kir ku ji ber kujerên Apê Mûsa nehatin darizandin û cezakirin ew qas rojnamegerên din hatin kuştin û ew li xet û têkoşîna Apê Musa xwedî derdikevin û wê heta dawî têkoşîna wî bidomînin." 
 
Hevşaredarê Amedê Adnan Selçûk Mizrakli jî anî ziman ku ew pir bi siûd e ku Apê Musa nas kir û wiha got: "Ez bi siûd im ku min Apê Mûsa naskir. Xwezî min bêtir nas kiribûya." 
 
Kurê Musa Anter Dîcle Anter jî anî ziman ku ji ber bafê wî bi Kurdî axivî û fîkand gelek caran hat destgîrkirin û rastî lêdanê hat û îro hêj Kurdî qedexe ye. Anter, diyar kir ku îro bi sedan şagirtê wî xeta wî didomînin û bi vê yekê bextewar in.
 
Rojnameger û nûnerên rêxistinên civakî piştî axaftinan çûn cihê ku Musa Anter lê hatiye qetilkirin. Komê di meşê de dirûşmeya "Çapemeniya Azad bêdeng nabe berz kirin". Komê piştî qurnefil û gul danîn cihê Musa Anter lê hatiye qetilkirin, belav bûn. Komek rojnameger jî, ji bo Musa Anter li ser gora wî bibîr bînin ber bi Gundê Stilîlê yê Navçeya Nisêbînê ve birê ketin.