Mûazzez Orhan: Ji bo serketinê gel bi biryar e

Namzeta HDP'ê ya parlamenteriya Wanê Mûazzez Orhan got, "Hêviya li çavên jin, zarok û ciwanan, gotina 'em ê bi ser bikevin, qet xeman nexwin' her tiştî radixe pêş çavan."

Namzeta HDP'ê ya Wanê ya rêza duyemîn Mûazzez Orhan bi karê xwe yê ji bo tevgera kesê tê naskirin. Sala 1972'an li navçeya Elbak a Wanê ji dayik bû û ji Zanîngeha Anatoliyê mezûn bû. Orhan 19'ê Kanûna 2017'an bi biryarnameyê ji karê xwe hate derxistin.

Namzeta HDP'ê ya Wanê Mûazzez Orhan destnîşan kir ku wê ti carî ji dev ji xeyalê welatekî ku zarok lê nayên îstîsmarkirin, nayên kuştin, jin nabin hedefa destdirêjî û destavêtinê, kes cihê nayê dîtin, ciwan bi hêvî ne û gel û bawerî bi rengekî azad dijîn, bernedin.

Orhan bi bîr xist ku gelê Kurd bi sedan salan tê talankirin û li dijî hêzên ku ziman, nasname û çanda wan qebûl nakin têdikoşe. Mûazzez Orhan got, "Gelê Kurd ti carî dest ji sekna xwe ya bi rûmet bernedaye. Em ê jî ji bo pêkhatina jiyaneke bi rûmet têbikoşin."

Orhan da xuyakirin ku di dema karê hilbijartinê de wan êşên hatine kişandin ji nû ve hîs kirine, hem jî hesreta ji bo wekhevî, edalet û azadiyê dîtine. Orhan got, "Gel zane ku partiya me dengê wan e, lewma gelekî pê ve ye. Dayik û zarok bi çepik û tilîliyan me pêşwazî dikin û bi duayan me bi rê dikin. Hêviya li çavên jin, zarok û ciwanan, gotina 'em ê bi ser bikevin, qet xeman nexwin' her tiştî radixe pêş çavan. Ji ber zext, zorî, talan û bê edaletiyê her kes bêzar bûne. Kes natirse, wêrekî di asta herî bilind de ye. Her kes zane ku çareserî bi HDP'ê re ye. Bawerî û hêviya ji bo vê yekê mezin dibe."