MŞD: PDK ne ji bo berjewendiyên Kurdan û Êzidiyan dixebite
Meclîsa Şengal a Derveyî Welat: . PDK dixwaze mîna faşîzma desthilatdariya AKP’ê û diktator Erdogan tevgerê bike. Pişît hevdîtina Barzanî û Erdogan ev pîlanên qirêj hatin danîn.
Meclîsa Şengal a Derveyî Welat: . PDK dixwaze mîna faşîzma desthilatdariya AKP’ê û diktator Erdogan tevgerê bike. Pişît hevdîtina Barzanî û Erdogan ev pîlanên qirêj hatin danîn.
Meclîsa Şengal a Derveyî Welat (MŞD), têkildarî hewl danên PDK’ê ya bi rêya ‘Pêşmergeyên Rojava’ku bikevin Xanesor a Şengalê daxuyaniyek nivîskî da got: “Ew çeteyên Erdogan in, çek di destê wan de, dixwazin fermanê nû bikin.”
MŞD’ê diyar kir ku ji destpêka rizgarkina Şengalê hata niha û beriya wê ti carê PDK’ê, hêzên Êzidiyan, YBŞ, Tevgerên Êzidî û xweseriya Şegalê qebûl nekiriye. Her çendî hewl danên PDK’ê çêbibe jî civaka Êzidî nehatiye lîstik û porovakatoriyê, pêşiya şerê birakujiyê girtiye.
MŞD’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî da:
“Lê wisa xuya ye ku PDK ne ji bo berjewendiyên gelê Kurd û Êzidiyan dixebite. PDK dixwaze mîna faşîzma desthilatdariya AKP’ê û diktator Erdogan tevgerê bike. Pişît hevdîtina Barzanî û Erdogan ev pîlanên qirêj hatin danîn. Çawa ku li Rojava hikûmeta AKP’ê bi hemû siyaseta xwe li dijî destkeftiyên Kurdan di nava hewldanên qirêj dene, îro jî ev lihevkirin li Xanesorê diyar bû.
Bi navê ‘Pêşmergeyên Rojava’ dixwazin destkeftiyên Êzidiyan binpê bikin. Dixwazin hêzên YBŞ/YJŞ’ê lewaz bikin. Bila her kes baş bizanibin hêzên YBŞ/YJŞ hêzên Êzîdxanê ya axa pîroz in û bi hemû hêza xwe li dijî desthilatdariyê xaka xwe diparêzin. Êzîdî aştîxwazin, YBŞ/YJŞ aştî xwazin, naxwazin nakokî derkevin. YBŞ/YJŞ çawa ku ji bo fermanên nû pêk neyê, Şengal ji bo DAIŞ’ê kire goristan, wê ji bo hêzên desthilatdar jî bike goristan. Ew kesên ku dixwazin bi rêka ‘Pêşmergeyên Rojava’ desthilatdar bin û şerê birakujiyê derxînin, weke Meclîsa Şengal a Derveyî Welat gumana me jê hene, ew çeteyên Erdogan in, çek di destê wan de, dixwazin fermanê nû bikin.
Em bang li hemû kesên welatparê, hemû Kurdan dikin ku li dijî kesên ku li dijî netewperestiyê ne dengê xwe bilind bikin. Cîhanê bi çavê xwe dît ku 3’ê Tebaxa 2014’an çi bi serê Êzidiyan hat. Berpirsyarê wê kî bûn Kurd û Êzidî baş dizanin.
Herî dawî em weke MŞD’ê dubare bang li civaka Êzidiyên li seranserî cîhanê dikin ku bikevin nava seferberiyê û bi hestyarî bûyeran bişopînin, li hemû qadan rabin ser lingan û rê nedin fermanekî din nû bibe.”