MSD'ê nerazîbûn nîşanî rejîma Sûriyeyê da: Sûcdarî nerast in

MSD'ê diyar kir ku sûcdariyên rejîma Sûriyeyê li QSD'ê dikin nerast in.

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) sûcdariyên ku rejîma Sûriyeyê bi rêya Wezareta Karên Derve li QSD'ê kir, red kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Wezareta Karên Derve ya desthilata Şamê daxuyaniyeke dûrî rewşa heyî ku tê de êrîşî QSD’ê dike û hemû tawanan lê bar dike, weşand. Ev daxuyanî dûrî rastiyê ne, derew in û em red dikin."

MSD’ê daxuyaniya rejîma Sûriyê bi lûtkeya li Enqereyê li dar dikeve ve gire da û daxuyand: "Em wan tawanan ji civîna ku wê sibe di navbera garantorên Astanayê de li dar bikeve, nabirin û qut nakin. Bi wê Tirkiyê razî dike û li ser lihevkirinan lêkolîn dike. Ji bilî wê jî di naveroka daxuyaniyê de gelek tawanbariyên nakok hene. Her wiha hê jî diyar e hikumeta Şamê bi zîhniyeta xwe ya ku bûye sedema van hemû wêraniyan û hiştiye dewletên biyanî derbasî xaka Sûriyê bibin ve, girêdayî ye.

MSD’ê di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku divê bersiv ji artêşa dagirker a Tirk re bê dayîn, bi taybet ji ber wê xaka Sûriyê dagir kiriye û wiha domand: "Divê desthilata Şamê tawanên xwe ji rejîma Erdogan re ya ku li ser firehkirina dagirkirina xaka Sûriyê dixebite, bikirana. Ev jî wek nimûneya dawî dema Erdogan duh ragihandiye ku hêzên wî ji Idlibê venakişin û artêşa Sûriyê ji nêzbûna wê hişyar kir. Tevî wê jî hikumeta Şamê bê deng ma û tu daxuyaniyên şermezarkirinê neweşandin. Hikumeta Şamê li gorî Rûsya û Îranê yên ku wê sibe bi Tirkiyê re civîna lêkolînkirina li ser rewşa Sûriyê dûrî xwediyên wê li dar bixin, li netewebûn, desthilat û serxwebûnê dinêre."

Di daxuyaniyê de li ser yekitiya xaka Sûriyê tekezî hat kirin û ev tişt hate gotin: "Di ajoyên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de parçekirina Sûriyê tune bû, lê belê ew herêma yekane ye ku parastina saziyên netewedewletê kiriye. Ew herêma ku QSD’ê li dijî terorê şer kiriye, yekitiya xaka Sûriyê û tevahî pêkhateyên wê parastiye."

MSD’ê daxuyaniya rejîmê bi binkeftinê bi nav kir û wiha got: "Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) daxuyaniya rejîmê bi binkeftinê bi nav kir û mîna ku li ser herêmeke din û mentiqekî din ku li ser van herêman ne pêkan e, diaxive. Mixabin ji çarenûsa dewleta Sûriyê re ku hê jî bi vê zîhniyeta dewletê bi rê ve dibe. Her wiha tekez dikin ku guhartina pergala despotîzma navendî erkeke neteweyî ye, divê dereng nemîne."