MLKP: Em ê hesabê hevrêyê xwe bipirsin

Fermandariya Akademiya Huseyîn Demîrcîoglû ya MLKP'ê Rêzan Amed bi bîr anî û got, "Wê bibe rûmet û hêza me ya şerkirinê."

Fermandariya Akademiya Huseyîn Demîrcîoglû ya MLKP'ê têkildarî ji fermandarên HPG'ê Rêzan Amed (Umît Tarhan) daxuyaniyek weşand ku Rêzan Amed 18'ê Gulana 2022'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bû.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Rêzan Amed kedeke mezin da Partiya xwe, ked da rizgarkirina Kobanê û tevkariyeke mezin li HBDH'ê (Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan) kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji bo Rêzan Amed ya esasî azadiya gel bû û got, "Heta kêliya dawî jî dilsozê rêbertî, partî û gelê xwe bû."

Hate ragihandin ku Rêzan Amed her wezîfe û berpirsyarî; çi mezin çi biçûk bi cih anî û hate gotin, "Rêzan Amed yek ji wan fermandaran bû ku PKK weke 'Milîtanê Apoyî' pênase dike. Ne tenê bi gotinê, her wiha bi pratîka xwe jî rêberek bû."

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku 18'ê Gulanê roja şehadeta Îbrahîm Kaypakkaya û Hakî Karer e û hate gotin, "Bi Rêzan Amed re hîn bêhtir bi wate bû, sor bû. Mîna hemû şehîdên me, Rêzan Amed jî bi bîranîn, nirx û armancên xwe wê bibe rûmet û hêza me ya têkoşînê, wê bibe îrade û wêrekiya hesabpirsîna ji dijmin, wê bibe ronahiya serketinê ya tevgera me ya şoreşa yekbûyî."

Di dawiya daxuyaniyê de Rêzan Amed bi rêzdarî hate bîranîn.