Mizgeft xera kirin û li şûna wê qereqol çêkirin

Leşkerên Tirk ku goristana li herêma Kato ya Elkê bi temamî xera kirin, li şûna mizgefta hate xerakirin jî qereqol çêkirin.

Li herêma Kato ya navçeya Elkê ya Şirnexê, ji 18'ê Nîsanê û vir ve leşker û cerdevan operasyonê dikin. Li vê herêmê car carna şer diqewime. Ji bo wesayitên leşkerî jî rêyên nû tên çêkirin. Hat ragihandin, li cihekî nêzî herêmê qereqoleke nû hatiye çêkirin û ji bo baregehên leşkerî jî amadekarî tên kirin. 

Çavkaniyên herêmî dan xuyakirin ku qereqola nû hê neqediya ye û gotin, ku qereqol li nêzî "Şehîdgeha Şehîd Kûrtay Feraşîn" a li Zozanê Meydan Kolya tê çêkirin. Hat ragihandin, li şûna mizgefta li ber goristanê ku leşkeran çend meh berê xera kirin, qereqol tê çêkirin.

Çavkaniyan gotin, di bomberdûmana 14'ê Mijdara 2015'an de goristan bi temamî hatiye xerakirin.