Mîtînga dîrokî ya li Amedê

Şevê din li Amedê, li meydana Stasyonê mîtîngeke girîng çêbû. Di mîtîngê de ku mirov bi rojane li bendê bûn, gelek peyam hatin dayin û ji bo siberojê çarçoweyeke giştî danî.

Em bi çend xalan diyar bikin bê ka çi dikeve nav vê çarçoweyê, çima ji yên din cuda ye..

*Qada mîtîngê tije bû. Ji çar hêlan ve mirov ber bi qadê ve herikîn. Hê ji mîtîngehê re dem hebû lê cih nema. Mirovan dixwestin zû bigihin wir. Dixwestin li wir bin, gotina xwe bibêjin û ‘biryardariya’ ku dihate gotin nemaye li nav çavê bi hezaran polîsên li wir binerin û nîşan bidin.

**Ber her cihê kontrolê yê polîsan bi dirûşma ‘’bi berxwedanê em ê bi ser bikevin’ hejijî. Îzîdham li ber cihê kontrole Newrozan jî nedihate dîtin. Polîs bûne objeyeke ku di nav hêwirzeyê de winda dibin. Her ku gel zêde dibû, tirs li wan kincên wan ê reş û li mehdê wan ê kirî zêde dibû. Ji ber rewşa ku nizanin wê çi bikin, tercih dikirin ku quncikan binerin.

*Çavdêriya giştî ew bû ku ji mîtîngên din zêdetir kes hebûn. Lê di serdemeke ji serdemên din zortir de û endişe zêdetir de hate kirin. 5’ê Hezîranê û yên piştî wê hê jî di bîra mirovan de bûn. Ji bo vê di serê her kesî de pirsa, ‘’dîsa wê heman tişt bibe, tiştek biteqe?’’ hebû. Malbatan pir kêm zarok bi xwe re anîbûn, ev jî yek ji nişana wê hîsê ye.

*Ji xeynî van hemûyan jî, mîtîng nav heftiyê hate çêkirin, ji bo hatina mirovan ev bixwe jî risk bû. Lê hemû li plana duyan man. Gotina ‘em ê biçin mîtîngê?’ ya ku beriya bi rojan, li ser rêyan, li ciıvatan dihate gotin, berbiçav bû.

*Duh gelê li wir beşê herî biryardar û bi têkiliya xwe ya partiyê re yê herî zelal bû. Komên mirovên wiha bûn ku li ser dirûşm û banga ‘Ji Selocano re azadî’ bi rengê ‘’Ji Rêbertî re azadî’’ û ‘’ji zindanan re azadî’’ bersiv dida. Hêwirzeyeke wiha ku di cih de bersiv dida.

*Hêwirzeya duh a li Stesyona Amedê ji bo Sûr, Cizîr û Nisêbînê bû.

*Mîtînga duh a Amedê piştî sê salan kir ku gelê Amedê bi ser xwe ve were, bibe xwedî moral û dîsa hev hîs bikin..Mirov bi moral veqetiyan.

*Mirovên li meydanê ji xeta berxwedana pasif re ji eniya xwe ve bersiv da û got berxwedana aktîf netemirî ye, hê li ser piyan e, dema ku dem û cihê wê hat wê bikaribe bir ola xwe rabe.

*Bi kumîşîna tarîtiyê re ronkahiya ku hatî vêxistin bû sîmgeya hêviyê. Weke sîmgeya çirandina tarîtiyê ronkahiya telefona her kesî vekirîbû. Mirov dikare bibêje li qadê temsîlên Hurmuz û Ehrîman hebûn.

*Mîtînga Amedê bû manifestoya bê ka vîna Kurd di kîjan rêyê re diçe û ev peyam da: ‘’Hûn çi jî bikin, em zêdetir dibin û tên.’’

*Gelek ciwan hebûn. Ev jî belkî daxwazek ji bo guherînê bû.

*Yek ji hîsa serwer ew bû ku divê tevlêbûn ji du aliyan ve were xwendin. Ya pêşî ji bo dewlet, mekanizma û polîtîkayên wê bû; çi jî dibe bila bibe em li vir in, rajêr nabin, bi paş ve gav naavêjin, em ê bi rûyê xwe bersivê bidin bombeyan.

Ya dî ji bo navxwe bû; em ji rola pêşengiya te re hazir in. Tu gavekê bavêje em ê du gavan bavêjin. Rihaekî wiha hebû. Her wiha her çendî ji demên pir giran derbas bûbe jî, her tişt ketibe rewşeke kaotik jî, zelaliya hêwirzeya duh, rêyek destnîşan dikir; ez tim di rêveçûnê de me. Ev rêyeke polîtîk bû, rastiya ku rê ew bi xwe ne.