Mirov çawa dikare li qeyda xwe ya dengdêriyê bipirse?

Dengdêr divê heta 12'ê Gulanê navnîşana xwe piştrast bikin û piştî 12'ê Gulanê jî navnîşan û dibistanên ku wê dengê xwe lê bidin zelal bikin.

Ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê demeke kin ma û lîsteyên dengdêran ên ji aliyê e-Devlet û YSK ve hatine weşandin wê heta 12 Gulanê li dar be. Dengdêr divê heta 12'ê Gulanê li cihê ku lê dengê xwe bide bipirsin. 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDPI li ser mijarê agahiyê dide dengdêrên xwe. Bi vê armancê belavokan belav dike, bi dengdêran re diaxive û ya divê bê kirin ji wan re dibêje.

Dengdêrên ku wê li welêt dengê xwe bidin, heta 12'ê Gulanê lazim e navnîşana xwe piştrast bikin.

Piştrastkirin an jî kontrolkirina navnîşanê bi vî rengî tê kirin:

Gava destpêkê: Hûn destpêkê li google'yê 'ysk seçmen sorgulama' (ysk, lêpirsîna li dengdêriyê) dinivîsînin.

Gava duyemîn: Di rêza destpêkê ya malperên vebûn de hûn pê li 'Yurt İçi Seçmen Sorgulama -YSK' (lêpirsîna li dengdêrên li nava welêt -YSK) dikin.

Gava sêyemîn: Piştî malper vebû, hûn 'Seçmen Bilgilendirme Hizmeti' (Xizmeta agahdarkirina dengdêran) digirin û piştre agahiyên nasnameya xwe dinivîsînin. Li dû nivîsandina agahiyan pê li bûtona 'sorgula' (lê bipirse) dikin.

Gava çaremîn: Piştî ku we pê li bûtona 'sorgula' (lê bipirse) kirin, navnîşana xwe ya li malperê xuya kir, piştrast dikin. Eger adresa ku derket, cihê ku hûn niha lê dimînin be, dîsa jî ji bo piştastkirinê, divê hûn 'AYNI HANEDE OTURAN SEÇMENLER' (dengdêrên li heman xanî dimînin) û 'AYNI BİNADA OTURAN SEÇMENLER' (dengdêrên li heman avahiyê dimînin) kontrol bikin.

DIVÊ CARA DAWÎ BÊ KONTROLKIRIN

Bêguman her tişte bi vê yekê naqede. Piştî 12'ê Gulanê jî divê hûn teqez heman tiştî bikin û cara dawî qeyda xwe ya dengdêriyê kontrol bikin. Eger di qeyda we ya dengdêriyê de şaşitiyek, ya jî pirsgirêkek hebe hûn dikarin serî li saziyên pêwendîdar (muxtarî, midûriyetên nifûsê, desteya hilbijartinê ya bilind) bidin û sererast bikin.