Mîrasê çandî wê bikin qûrbanên kanan

Bi avakirina qada kanê ya çiyayê Cîlo-Sat a li navçeya Gever a Colemêrgê, wê wêneyên kevir ên 12 hezar salî bên tinekirin.

Ji aliyê Mûdûryeta Giştî ya Karê Kan û Petrolê ya Wezareta Çavkaniyên Enerjî û Xwezayê dixwazin li Golên Cîlo Sat, Çiyayê Govendê, gund Kargon, geliyê li gundê Kotranis û devera Zaozanên Nebirava yên girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê bike qada kanan. Wê li van deran tesîstên qadên kanên mîna hesin-çînko bên derxistin bên avakirin. Wêneyên kevir ên xwedî dîrokekî 12 hezar salî ku dikeve Çiyayê Cîlo-Sat a ku 4 hezar û 135 hezar metre ye, wê bibin qûrbanên ocaxên kanan.

Colemêrg û navçeya wê di tevahiya dîrokê de malovanî ji gelek şaristaniyan re kiriye. Li nava şikeftan û ketina şikeftan bi hezaran wêneyên girêdayî çerxa yekem ku li ser keviran hene. Li gel dîroka bi hezaran sal a Çiyayê Cîlo-Sat bi xwezaya xwe her kesê heyranî xwe dike. Guldexwînên ku li bi taybet lûtkeyên çiyayê Cîlo, dîsa wêneyên mirovan, mar, xezal, bizinên kûvî, mihên kûvî, kêvroşk, gûrî, rûvî û sembolên cihê ku li ser keviran in, hene. Wêneyên li ser keviran, demê nêçîr-berhevkirinê cihê jîngehê lê bûyî nîşan dide.

TALANA DEWLETÊ JI MÊJ VE DESTPÊ KIRIYE

Talan dewletê ya li herêmê hê ji mêj ve destpê kiriye. Li derdorî Golên Sat ên li cîhanê bi xweşikiya xwe ya xwezayî û golên şeşayî bi nav deng e rê hatine çêkirin, di nava golan de kevir û ax hatiye dagirtin. Ev cihên dîrokî û xwezayî, niha jî dixwazin bi ocaxên kanê tine bikin. Niha dîroka bi hezaran sal û xwezaya çiyayê Cîlo-Sat wê ji aliyê Midûryeta Giştî ya Karê Kan û Petrolê ya Wezareta Çavkaniyên Enerjî û Xwezayê ve bikin qurbanê qadên kanan.

BÊKÊR, TRAJÎ Û BI ZIYAN E

Hevserokê berê yê Komeleya Ekolojî ya Mezopotamya (MED) ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (BHQ) hate girtin, Fatîh Şahîn anî ziman ku bi qasî ziyan dayîna hewa, av, ax, jiyana xwezayî û mirovên xwecihî, bi qasî wê ziyanê dide dîroka herêmê û tine bibe. Şahîn destnîşan kir ku wê wêneyên li ser keviran ên berî 12 hezar salî jî bandor bibin, diyar kir ku wêneyên li ser keviran jiyana herêmê, cihêrengiya zindî, bawerî, tirs û çîrokên herêmê nîşan dide. Şahîn da xuyakirin ku li 63 bajaran erêkirina qadên 766 kanan nehatiye girtin û analîza gelek herêman nehatiye kirin, pêwîstî bi raporên ÇED’ê nehatine dîtin û got: “Kanên nû bên vekirin, wê mîrateyên dîrokî yên şaristaniya berê tine bikin. Wêneyên li ser keviran ên Warfele, Tirşin û Geverok ên li Geverê û dîsa kelha Maraş Nûrhak, Kuleyên Çavdêriyê, rêyên karwaniyan mînakên vê ne. Ev qelîama dîrokî û xwezayê, bi qasî bendavên ewlekaiyê yên li herêmê hatine çêkirin bêkêrin. Bi qasî Heskîfê trajîk, bi qastî texrîbata çeteyên DAÎŞ’ê yên dayîn mîrateyên dîrokî yên li Sûriye û Iraqê jî bi ziyan e.”