Mîna çemekî bû Berçem, bi xumxumî diherikî

Berçem Amed (Miyaser Marangoz) ku yek ji fermandarên YJA Starê bû di 27'ê Mijdara 2010'an de li Amedê şehîd bû. Hevrêyên wê qala taybetmendiyên wê yên fermandariyê û kesayetiya wê ya ji êgir kirin.

Yek ji fermandarên YJA Starê Berçem Amed (Miyaser Marangoz) di 27'ê Mijdara 2010'an de tevî pênc hevrêyên xwe yên jin li Amedê şehîd bûn. Berçem Amed ku bi hesreta welat di sala 1998'an de li Elmanyayê tevlî nava Tevgera Azadiyê ya Kurd bû her kêliya têkoşîna xwe ya 12 salan bi coş, moral û biryardarî meşand.

Miyaser Marangoz di sala 1984'an de li navçeya Çermûk a Amedê ji dayik bû. Yek ji malbatên ku herî zêde li pêngava ji nû ve vejîna Kurdan bû xwedî û pêşengî jê re kir malbata Marangoz bû. Di sala 1996'an de ji ber polîtîkayên înkar û tinekirinê neçar ma koçî Elmanyayê bikin. Ew jî bi hesreta Kurdistanê û Amedê li Elmanyayê mezin bû.

BI TEVLÎBÛNA LI NAVA REFÊN TÊKOŞÎNÊ BERSIVÊ DIDE KOMPLOYÊ

Li dijî komploya navneteweyî ku di 9'ê Cotmeha 1998'an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Ocalan û gelê Kurdistanê hate kirin, li Ewropayê tevlî kar dibe. Li Elmanyayê du salan kar dike û di sala 2000'î de berê xwe dide çiyayên Kurdistanê yên azad. Ew êdî Berçema çiyayên Kurdistanê ye.

JI BAŞÛR HETA AMEDÊ FERMANDAR BERÇEM

Berçem destpêkê li Heftanîn, Zap û Qendîlê têdikoşe. Tevlî nava refên YJA Starê dibe û ji bo hevrêyên xwe dibe çavkaniya moralê. Di feslefeya Ocalan de kûr dibe û di demeke kurt de bi çiyê re dibe yek, li gelek herêman fermandariyê ji hevrêyên xwe re dike û di asta pêşengiyê de tevlî têkoşînê dibe. Ji bo wê xeyala herî mezin azadkirina Amedê û pêşwazîkirina Ocalan li qada stasyonê bû. Bi vê armancê berê xwe dide Amedê. Ji sala 2006'an û pê ve il Amedê weke fermandareke YJA Starê bi rengekî çalak tevlî nava têkoşînê dibe. Di sala 2010'an de tevî 5 hevrêyên xwe yên jin şehîd dibe.

HÊRSA WÊ YA LI DIJÎ DIJMIN MEZIN BÛ

Xwişka wê Sema Amed ku bi bandora Berçem Amed tevlî nava têkoşîna azadiyê bû, der barê zarokatiya wê de got, "Berçem di zarokatiyê de yekane hevala min bû. Ew bi ku ve diçû ez pê re bûm. Carna ji ber vê yekê bi min dixeyidî û digot 'divê tu ji xwe re hin hevalan çêbike'. Min jî ev nêzîkatiya wê qet fêhm nedikir. Jiyana li xerîbiyê bi me gelekî zor bû, lê herî zêde bi Berçem zor bû. Apên me Ahmet û Mûstafa hîn di salên 1980'î de di nava têkoşîna PKK'ê de şehîd bûn. Berçem tevî ku hîn biçûk jî bû ji ber şehadeta apên xwe li dijî dijmin gelekî bi hêrs bû. Berçem digot, 'Çi dibe bila bibe ez ê biçim çiyayên Kurdistanê û tola hesreta welêt hilînim'. Lewma tevlîbûna Berçem li nava refên têkoşînê bersiveke mezin a li dijî polîtîkayên qirkirinê yên dijmin bû.

HER KU MIN RÊBERTÎ XWEND MIN FÊHM KIR

Dema ku Berçem tevlî nava têkoşînê bû dinya bi carekê bi serê min ve rûxiya. Berçem bêyî welat, min jî bêyî Berçem nekarî bikirabûya. Piştî ku tevlî nava têkoşîna azadiyê bûm min fêhm kir ku dema digot 'divê tu ji xwe re hevalên din jî çêbike' mebesta wê çi bû. Piştî ku Berçem tevlî bû min jî li pey wê berê xwe da çiyayên Kurdistanê yên azad. Her ku min parêznameyên Rêbertî xwend min kesayetiya Berçem bêhtir fêhm kir. J ibo azadiya Rêber Apo di nava refên têkoşînê de me hevrêtî kir.

Berçem gelekî ji Heftanînê hez dikir, lewma çûm herêma Heftanînê. Ji bo bîranîna wê heta demekê li Heftanînê tevlî kar bûm. Berçem gelekî ji Amedê hez dikir, ez jî ji Amedê hez dikim, ji ber ku hezkirin û hesreta hevrêyan weke hev in, hezkirina wê hezkirina mine. Berçem bi daxwazeke mezin çû Amedê, ez jî dixwazim biçim Amedê û xeyalên wê yên nîvco mayî pêk bînim."

BOTAN: FERMANDARA JIYANÊ BÛ

Ji gerîlayên YJA Starê Xweza Botan der barê fermandar Berçem Amed de ku perwerdeya xwe ya destpêkê ya şervanên nû ji wê wergirt wiha got: "Min hevala Berçem destpêkê li Qendîlê dît. Ew fermandara min a destpêkê bû. Ji ber vê yekê bandoreke mezin li min kir. Bi moral û coşeke mezin tevlî jiyanê dibû. Her wezîfe bi hesasiyeta rêxistinê pêk dianî. Li dijî kêmasiyan her tim xwedî helwest bû. Min di kesayetiya wê de 'sekna jineyeke şoreşger' didît. Ew fermandara jiyanê bû."

KALKAN: KESAYETEK JI AGIR BÛ

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir ku ew li gelek qadên têkoşînê li Berçem rast hat û der barê Berçem û malbata wê de got, "Min destpêkê di sala 2004'an de hevala Berçem li Akademiya Hakî Karer dît. Ciwan bû, bi sekna dînamîk her kar dikir, karker bû. Hevalên wê gelekî ji wê hez dikirin. Piştî ku me hev nas kir hîn bûm ku ji Amed/Çermûkê ye û biraziya Mûstafa Marangoze. Vê yekê bala min kişand. Ji ber ku Çermûk ji bo min devera destpêkê bû ku min kar lê kir. Lewma ji bo min gelekî watedar bû. Her wiha hevalê Mûstafa yek ji wan kadroyan bû ku destpêkê tevlî têkoşînê bû û bi lehengiya xwe dihate naskirin.

FERMANDAREKE MEZIN BÛ

Berçem di her firsendê de digot ku 'Ez ê biçim Amedê'. Ji xwe ji bo vê yekê hatibû akademiyê. Bi biryar û bi daxwaz bû. Piştre heta demekê li Qendîlê tevlî kar bû û li Amedê hate wezîfedarkirin. Rojnivîskên xwe yên der barê çalakî, şer û jiyana li wê herêmê ji me re şandibû. Ji rojnivîskên wê dihate fêhmkirin ku kesayeteke mezin a têkoşer bû ku çavdêrî û hêza wê ya şîrovekirinê xurt bû. Li dijî dijmin gelekî bi hêrs bû. Her ku min taybetmendiyên jiyanê yên Berçem nas kir min fêhm kir ku di kîjan astê de dişibe hevalê Mûstafa. Hevalê Mûstafa kesayetekî bi plan û bi biryar bû. Dikarm bêjim ku her du jî di nava têkoşînê de kesayetên ji agir bûn ku li dijî dijmin xwedî hesteke mezin a tolhildanê bûn. Berçem weke fermandareke mezin a YJA Starê jiya û şer kir û bi wî rengî gihîşt asta şehadetê."

ASLAN: MÎNA ÇEM BÛ

Ji fermandarên HPG'ê Yûsûf Aslan ji bo Berçem ku li qada Amedê bi hev re têkoşiya got, "Hevala Berçem di nava koma destpêkê de bû ku di sala 2006'an de hevalên jin li Amedê vegeriyan. Ji bo koma hevalên jin ji Qada Şehîd Zîlan bigihîne Herêma Akdagê ez bi wan re bûm. Rewşa wê ya xwezayî, ken, otorîteriya wê bala min kişandibû. Mîna çemekî bû ku kelecan û coşa wê ya kar mezin bû. Berçem parêznameyên Rêbertî xwendibû û nêzîkatiya Rêbertî ya li xwezayê bandor li wê kiribû... Xweza ji bo wê qadeke jiyanê ya bedew bû."