Milîsên HBDH'î li polîsan dan

Milîsên HBDH'î ragihandin ku li Amedê li dijî qereqol û nuqteyeke kontrolê ya polîsan bi teqemeniyan çalakî kirine.

Di daxuyaniya Milîsên HBDH'î de hate gotin, "29'ê Mijdara 2021'ê saet di 00:00 de li navçeya Baglar a Amedê li dijî nuqteyek û qereqoleke polîsan a li ser rêya Cemîloglû ya navbera Mûradiye û Fatîhê bi fîşekên hewayî û teqemeniyan hêzên me çalakî kirin. Her wiha li 2 wesayiten sivîl ên dijmin ên li nêzî qereqolê hate xistin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dijminê ku piştî çalakiyê bi panîkê ket li derdorê reşand, lewma xisareke mezin a madî li wesayitan bû."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ew bi vê çalakiya xwe DGH û YPS'ê silav dikin û salvegera 43'an a damezrandina PKK'ê pîroz dikin.