Milîsên HBDH'ê li Sûrê li notirvan û polîsan dan

Milîsên HBDH'ê li navçeya Sûrê ya Amedê, li dijî notirvan û polîsan çalakiya bombeyî kirin.

Milîsên HBDH'ê daxuyaniyek da û got, "27'ê Mijdara 2021'ê bi şev saet di 01:20'î de li Amed/Sûrê li pêşiya qereqola Yenî Çarşiyê li dijî notirvan û polîsan bi teqemeniyan çalakî hate lidarxistin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dijminê ku bi bandora çalakiyê tewişî, gule li derdorê reşand. Yekîneya me bi rengekî ewle ji qadê derket. Di çalakiyê de ya li dijî polîs û notirvanan, hejmara windahiyên dijmin nehatiye zelalkirin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku wan bi vê çalakiyê salvegera 43'an a damezrandina PKK'ê silav kirine.