Milîsên HBDH’ê li Amedê li polîs û notirvanan da

Milîsên HBDH’ê ragihandin ku wan li Amedê li polîs û notirvanan dane.

Milîsên Hayatî Can ên HBDH’ê li Amedê bi bombeyan û fîşekên hewayî çalakiyek kirin.

Derbarê çalakiyê ev daxuyanî hate dayîn: “Di 13’ê Tîrmehê de bi şev li Amedê polîs û notirvanên faşîst bûn hedefa me. Milîsên Hayatî Can ên HBDH’ê li benda qereqola li Taxa 5’ê Nîsanê da. Dema ku koma notirvananên ku 6,7 kes li kêleka wesayîtên Akrep û Rangerê li ba hev bûn, hêzên me bi bombe û fîşekên hewayî çalakiyek kirin. Encama çalakiyê nehate zelalkirin. Piştî çalakiyê milîsên me bi selametî ji qadê derketin.”