Milîsên Alî Ayata ya HBDH’ê li Amedê çalakî lidar xistin

Milîsên Alî Ayata ya HBDH'ê li dijî polîsan çalakiyek li dar xistin û gotin, "Em ê li her derê derbê li dijmin bixin."

Milîsên Alî Ayata ya HBDH’ê li Amedê li dijî polîsan çalakiyek li dar xist.

Daxuyaniya têkildarî çalakiyê wiha ye:

"Di şeva 13'ê Tîrmehê de li Amedê me derbek li dijmin da. Midûriyeta Emniyetê ya 450 Evler Guven bû hedefa milîsên me. Me bi bombeyên deng û fîşekên hewayî li dijî midûriyeta polîsan çalakiyek li dar xist. Me dijmin tirsand û kir panîkê. Heya serketinê em ê çalakiyên xwe berdewam bikin. Em ê wan di nav tirsê de bihêlin.”

 Îro gelê me yê xizan û kedkar serî li ber dijmin natewîne. Îro gundiyên feqîr, gelên xizan û bêkar ên mehkûmî birçîbûnê hatine hiştin, bêdeng namînin. Gelê me yê azadîxwaz, bêrûmetiyê qebûl nake. Em zarokên van gelên leheng em bêdeng nebin, nesekinin û em ê stûyê xwe xwar nekin.”

'EM Ê RIHETIYÊ NEDIN DEWLETA FAŞÎST!’

Gelê me, kedkar û karker û em ji hevalên xwe yên di çalakiya Rojiya Mirinê ya Bêdorveger ku di sala 1996’an de li dijî zilma dijmin li ber xwe dan,  hînê berxwedanê bûn. Ji Ayçe Îdîl heta Aygun, ji Alî Ayata heta hevrê Hîcabî her yek ji wan bûye mîrateya çalakiyên me yên şoreşgerî yên îro. Em vê mîrateyê bi şoreşa yekbûyî heta serkeftinê dibin. Êdî roj ew e ku em bibin wek wan û ji desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê û alîgirên wê hesab bipirsin!

Em Milîsên Alî Ayata yên HBDH’ê em soz didin şehîdên xwe û gelê xwe; em ê aramî û rihetiyê nedin vê dewleta faşîst, polîs û cerdevanên wê!

Bi ruhê fedaî yê nemirên xwe em ê li her derê çalakiyên li dijî dijmin berdewam bikin.”