Miks wê ji AKP'ê re bêje 'êdî bes e'

HDP bi biryar e ku li navçeya Miks a Wanê rêjeya 65'an ji sedî ya hilbijartinên 7'ê Hezîranê derbas bike. Şêniyên navçeyê gotin, "Bila ev cejn bibe wesîleya azadiya Demîrtaş û çûyina Erdogan."

Şêniyên navçeya Miksê ya Wanê xwe kar dike ku 24'ê Hezîranê ji Erdogan û hikumeta AKP'ê re bêje 'êdî bes e'.

HDP'ê di hilbijartina 7'ê Hezîranê de li Miksê 65 ji sedî yê dengan stendibû. Rêjeya dengên AKP'ê 28.2 ji sedî bû.

Li gorî Remzî Oner ê 58 salî ku li Miksê cotkariyê dike, derbasbûna HDP'ê ji bendê û azadiya Demîrtaş ji bo alema Îslamê jî girîng e. Oner got, "Cejna Remezanê tê. Hêvîdar im ku ev cejn bibe wesîle ji azadiya Demîrtaş û ji çûyîna Erdogan. Dixwazim hemû mirov bi rengekî azad û aştiyane bijîn. Îslamiyet rasteqîn bi azadî û wekheviyê, bi rabûna li ber zilmê dibe. Ji ber vê yekê ez ê dengê xwe bidim HDP'ê."

Umran Tekdal jî işaret bi girîngiya her dengê bê dayin kir û got, "Dixwazim li çar aliyên Kurdistanê aştî, xwişk û biratî hebe. 24'ê Hezîranê wê careke din azadî bi ser bikeve. Em dengekî bidin Demîrtaş, yekî jî bidin HDP'ê. Em dengekî bidin ku bi milyonan mirov rizgar bibin."

24'Ê HEZÎRANÊ EM Ê BÊJIN 'ÊDÎ BES E'

Behram Hazir jî ji bo hilbijartinê banga seferberiyê li Kurdan kir û destnîşan kir, 24'ê Hezîranê wê bibe roja rizgariya gel. Hazir got, "Ji bo azadiya hevserokê me Selahattîn Demîrtşa û gelê me, 24'ê Hezîranê em ê bêjin 'êdî bes e'."