Mihemed Ebdullah: Em ê dest bi têkoşîna demokrasiyê bikin

Serokê Giştî yê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah di kongreya partiya xwe de axivî û diyar kir ku ew ji bo têkoşîna demokrasiyê ya li Iraq û Başûrê Kurdistanê xwe amade dikin.

Piştî ku Tevgera Azadî li Silêmaniyê bi awayê fermî hate qebûlkirin, îro li Silêmaniyê kongreya xwe ya damezirandinê li dar xist. Mihemed Ebdullah ê ku di kongreyê de ji bo Serokatiya Giştî hate hilbijartin diyar kir ku ew ji têkoşîna demokrasiyê ya li Başûrê Kurdistanê û Iraqê amadekariyan dikin.

EM Ê ŞEV Û ROJ BIXEBITIN

Ebdullah bi silavkirina beşdarên kongreyê dest bi axaftina xwe kir û got “Sê sal berê me ev partî li hemberî pergala ne demokratîk, mêrserwer û mantelîteya dewletparêz û ji bo çareserkirina êşên gel ava kir. Ji wê rojê heta îro têkoşîna me didome. Demeke dirêj di vê pergalê de, me statuyeke fermî jî bi dest nexist. Lê piştî têkoşîna me, me fermîbûn bi dest xist û têkoşîna me didome. Wekî duh ew ê îro jî têkoşîna me, bi gel re mezintir û geştir bibe. Ji bo avakirina pergaleke demokratîk, em ê şev û roj bixebitin.”

BALKIŞANDINA SER TÊKOŞÎNA DEMOKRASIYÊ

Ebdullah diyar kir ku li Iraq û Başûrê Kurdistanê kêşeya herî mezin tunebûna demokrasiyê ye û got, “Rêhevalino, wekî ku hûn jî dizanin, li Başûrê Kurdistanê û Iraqê pergaleke antîdemokratîk heye. Ev pergal şîddeta xwe li ser jin, bawerî û hemû neteweyan didomîne. Ev şîddet bi awayê fîzîkî, ekonomîk, psîkolojîk û antîdemokratîk bandorê li her qada jiyanê dike.”

‘EM Ê BI HEV RE BI SER BIKEVIN’

Ebdullah di dawiya axaftina xwe de got ku, “Qadên bingehîn ên têkoşîna me, ew ê têkoşîna li dijî nijadperestî, zayenperestî û mezhepperestiyê be. Bêyî têkoşîneke demokratîk a radîkal em ê nikaribin civakeke wekhev, adil û azad ava bikin. Li ser esasê cudabûna hev, em ê bi hev re têkoşîna xwe bidomînin. Ez bi hurmet we hemûyan silav dikim û ez bawer im di demeke kurt de em ê bi hev re bi ser bikevin.”

Tevgera Azadî ya ku di 4’ê Kanûna 2017’an li Iraqê bi awayê fermî hatibû qebûlkirin û îro li Silêmaniyê kongreya xwe ya damezirandinê li dar xistibû û kongre bi dawî bûbû.