Mexmûriyan Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi şahiyekê pîroz kirin
Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî 6’emîn salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi coşek mezin hat pîrozkirin.
Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî 6’emîn salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi coşek mezin hat pîrozkirin.
Bi boneya 6’emîn salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Rojavayê Kurdistanê li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi şahiyekê hate pîrozkirin.
Bi tevlîbûna bi sedan welatiyên Mexmûrê Qada Navenda Çand û Hûnerê ya Mexmûrê (NÇHM) Qada bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Arîn Mîrkan, şehîdên şoreşa Rojava, alayên YPG/ YPJ û KCK’ê hatine xemilandin. Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê despê kir. Piştre jî Hevserokê Rêveberiya Meclîsa Gel Hisên Kara li ser wate û girîngiya rojê axivî.
‘ŞOREŞA ROJAVA HÊVIYA GELAN E’
Kara destnîşan kir ku şoreşa Rojava wê bibe bingeha şoreşa Rojhilata Navîn û wiha got: “Himê şoreşa Rojava bi keda Rêber Apo li ser xeta Bêrîtanan hatiye danîn. Şoreşa Rojava hêviya gelan e. Wê bibe hêviya Bakur, Başûr, Rojhilatê Kurdistan û Rojhilata Navîn.”
Bi yek dengî dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî şoreşa Rojava” ji qadê bilind bûn.
Pîrozbahî bi gerandina govendê ya li ber stranên Ehmet Îke, bi dawî bû.