Mexmûrî li dijî êrîşên dagirkeriyê rabûn ser piyan

Mexmûrî li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser Rojava pêk anî meşiyan û gotin: “Xelkê Rojava wê li hemberî êrîşên qirker, çok netewîne.”

Welatiyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) îro di saet 14.00’an de, ji bo protestokirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê pêk anî, meşiyan.

Girseya gel li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan hatin ba hev û ji vir heta ber Neteweyên Yekbûyî (NY) meşiyan. Di meşê de wêne û posterên mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û KCK’ê hatin hildan.

Çalakvanan bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana gerîla”, “PKK gel e, gel li vir e”, “Tolhildan”, “Bimre xiyanet” û “Kujer Erdogan” berz kirin.

Dema ku girse gihîşt li ber avahiya NY’ê, li vir piştî deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan, Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê Yûsif Kara axivî.

Kara qala êrîşên hovane yên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê pêk hatî kir û yên ku di van êrîşan de şehîd bûne, bi bîr anî û soza pêkanîna armancên wan da. Her wiha Kara îşaret bi teqîna li Stenbolê jî kir û got ku li wir senaryoyek pêkanîn û xwestin ku bi wê senaryoyê bidin nîşandan ku Tevgera Azadiyê ew êrîş pêk aniye û destnîşan kir ku armanca wê senaryoyê ew bû ku piştgiriya hêzên NATO’yê bigire.

Kara wiha pêde çû: “Şefê faşîst Erdogan bi nêzbûna hilbijartinan û ji bo parastina desthilatdariya xwe senaryoyek bi wî awayî pêk anî. Hemû kes dizane ku tu eleqeya tevgera me bi wê teqîna ku li Cadeya Îstiklal a Stenbolê çêbûyî de, nîne. Xelkê Rojava jî wê weke xelkê Mexmûrê yê ku ev bi salan e li hemberî dijminê xwe çok netewandiye, li dijî êrîşên qirker ên şefê faşîst çok netewîne. Em bang li hemû gelê Kurdistanê dikin, bila êdî ji êrîşên bi vî awayî re bêjin bes e. Eger em Kurd li dijî van hêzên faşîst berxwedanek topyekûn û şerê gel ê şoreşgerî pêş nexin, em ê her roj bi êrîşên bi vî awayî re rû bi rû bimînin.”

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Şehîd namirin” û “Bijî berxwedana gerîla” bi dawî bû.

Her wiha yek ji welatiyên Mexmûrê Cîhan Kaplan têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava, ji ANF’ê re axivî û got: “Ev demek dirêj dihat armanckirin ku êrîşek bi vî awayî li ser Rojava pêk bînin. Erdogan bi hevkarên xwe re ev konsepta êrîşan a li ser Rojava û Başûrê Kurdisanê amade kir. Em hêzên navneteweyî yên hevkarên dewleta Tirk jî şermezar dikin. Ev demek dirêj hem bejahî û hem jî hewayî êrîşên xwe nerawestandine. Heta niha tu dewletan hem li dijî êrîşên kîmyewî û hem jî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava, dengê xwe nekirine. Ev dide diyarkirin ku hemû dewletên navneteweyî, di van êrîşên qirkirina Kurdan de, hevkarin. Em bang li hemû gelê Kurd ên li her dera cîhanê dikin ku li cihê xwe nesekinin, dakevin qadan. Heta ku fikrê Rêber Apo, şerê gerîla û berxwedana dayikan hebe, wê gelê Kurd tune nebe.”