Mexmûr ji bo azadiya Ocalan 100 roj in di grevê de ne

Xelkê Mexmûrê ku 18’ê Kanûna 2020’ê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketibû greva birçîbûnê, ew 100 rojin ku li ber xwe didin.

Piştî 27’ê Mijdara 2020’ê û şûnde li girtîgehên Tirkiye-Kurdistanê girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi dawîbûna binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî-bidorveger kiribûn, 18’ê Kanûna 2020’ê jî bi pêşengtiya Meclîsa Îştarê li Wargeha Penaberan a Mexmûrê jî grev destpê kiribûn.

Çalakiya girtiyên siyasî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 121’an de û li Mexmûrê jî 100 roj in bê navber û bi biryardarî dewam dike.

Çalakiya greva birçîbûnê ya xelkê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) xwedî dîrok û serpêhatiyeke dûr û dirêj e. Mexmûr di hemû qonax û pêvajoyên hesas a têkoşîna azadiyê de weke pêşeng rabûye û rola xwe ya pêşengtiyê lîstiye.

JI BO STATUYA SIYASÎ KETIN GREVÊ: 29 ROJAN TEVÎ HEMÛ ZEXTAN GREV DOM KIR

Dîroka yekem a greva birçîbûnê ya xelkê Botanê ku niha li Mexmûrê dijîn, ji bo bidestxistina statuya xwe ya penaberiya siyasî bû. Di dîroka 26’ê Hezîrana 1994’an de dema ku nû penaber bibûn û li herêma Şeraniş, Bêrsîvê û Bihêrê bûn, li Zaxo ji bo bidestxistina statuya penaberiya siyasî kete greva birçîbûnê. Ev grev tevî hemû zextan 29 rojan dom kir. Di dawiyê de Komîsyona Penaberan a Neteweyên Yekbûyî neçar dimîne û statuya penaberiya siyasî da xelkê Mexmûrê.

Ji wê rojê û şûnde greva birçîbûnê jî weke rêbazekî berxwedanê li rêbazên berxwedaniya xelkê wargehê zêde bû.

Dîsa piştî bidawîbûna hevdîtina ji sala 2011’an û şûn ve ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re û dîsa bi taybet piştî pêvajoya aştiyê û bidawîbûna peymana Dolmabahçeyê û şûnde hevdîtin bi hemû awayî hate qedexekirin, ne malbat û ne jî parêzeran karî hevdîtinê bi Ocalan re pêk bînin.

JI BO ŞIKANDINA TECRÎD Û AZADIYÊ GREV

Bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, 8’ê Mijdara 2018’an li girtîgehê li dijî tecrîdê  ketibû greva birçîbûnê. Piştre li Mexmûr, Hewlêr û Silêmanî û derveyî welat bi rêzê ve grev berfireh bû.

Greva birçîbûnê ya bi heman armancê li Mexmûrê 16’ê Kanûna 2019’an destpê kir. Çalakiya li Mexmûrê piştî demekê Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fedîle Tok dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger kir. Çalakiya Fadîle Tok piştî hevdîtina parêzer û malbatan a li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di navbera dîrokên 2’yê Gulana 2019’an û şûnde çalakiya Guven di roja 200 û Fadîla Tok jî di roja 127’an de  bi dawî bû. Piştî ku çalakî bi dawî bû bi rêzê ve 22’ê Gulanê, 12-18’ê Hezîranê û herî dawî 7’ê Tebaxa 2019’an parêzer karîn li gel Ocalan hevdîtinê bikin.

Her çendî hikûmetê soz dabûn ku ti tecrîd nîne û mafê hevdîtinê yê parêzer û malbatê heye ku bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, lê ev yek piştî dawîbûna çalakiyan û şûnde heman rewşa berê dom kir û vê carê tecrîd tundir kirin. Tevî hemû serlêdan û daxwazên hevdîtinên parêzer û malbatan jî bi hincetên cezayê dîsîplîn û cuda cuda li ser Ocalan hate qedexekirin.

JI BO AZADIYÊ GIRTÎ Û MEXMÛRÎ DEST BI GREVÊ KIRIN

Herî dawî li ser pêngava KCK’ê ya ‘Bes e, ji tecrîd, faşîzim û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ ya 12’ê Îlona 2020’ê ragihandî û şûnde, bi taybet li ser esasê bi dawîkirian tecrîd û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd hatibû destpêkirin, girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê 27’ê Mijdarê dîsa dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û bidorveger kirin.

Li ser vê yekê jî li Wargeha Penaberan a Mexmûrê 18’ê Kanûna 2020’ê bi pêşengtiya Meclîsa Îştar greva birçîbûnê bi heman armancê li Saziya Malbata Şehîdan a Mexmûrê destpê kir.

100 ROJ IN GREV DEWAM E

Çalakiya greva birçîbûnê ya Mexmûrê her du rojan bi dorveger bi tevlîbûna jin,ciwan, mamoste û endamên saziyên cihê yên gel tên dewirgirtin. Grev îro bi koma 50’î di roja 100’an de dewam e.

Cihê çalakiyê bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK û KJK û wêneyên şehîdên Pêşeng ên Tevgera Azadiya Kurdistanê û pankartan hatine xemilandin.

Çalakiyên li Mexmûrê li gorî cihên din cihêrengtir û di warê moral û motîvasyonê de pir baş e. Her koma ku tevlî çalakiyê dibin, di nava rojê de tên ziyaretkirin û dîsa bi çalakiyên cihê reng ên mîna stran gotin, govend gerandin û bi nîqaşên li ser mijar û bûyerên rojane û bîrdozî tên derbaskirin.

PÊŞENGTIYÊ JI ÇALAKIYAN RE DIKIN

Hema bêje ji her beşê civakê cihê xwe di nava çalakiyê de digirin û dîsa pêşengtiyê ji çalakiyên nava rojê re dikin. Di nava vê pêvajoyê de gelek çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan û dîsa rojên taybet ên tên kirin, weke çalakvanên grevê cihê xwe têde digirin û pêşengtiya wan çalakiyan dikin.

Di nava rojê de ji xebatên paqijiyê bigire heta pêşwazîkirin û karên cuda cuda çalakvan bi xwe dikin. Dema ku welatî tên serdan dikin, çay tên gerandin û dîsa bi bernameyên kin mîna stran gotin û dîsa derbarê armanca çalakiyê û mijarên cihê reng ên girêdayî heman çarçoveyê nîqaş tên vekirin. Li aliyê din cihê bêhndan û dîsa semîner û pirtûkxwendinê heye. Çalakvan û kesên bixwazin semîner bidin û nîqaş bikin li wir kom dibin.

JIN Û CIWAN XWEDÎ ROL IN

Bi taybet di tevlîbûna çalakiyê de roleke diyarker a jin û ciwanan hene. Dema ku rojane me çalakî dişopand ev bi awayekî pir berbiçav dihate dîtin. Bi taybet tevlîbûna jin û ciwanan bandorekî mezin li çalakiyê dikir û dîsa di amadekarî û çalakiyên cihê yên li qadê de jî ev yek diyar dibû.