Mêvanên rûmetê yên Newrozê malbatên Gezen û Guven bûn

Mêvanên rûmetê yên Newroza Amedê ku bi sed hezaran kes pîroz dikin,  malbatên Leyla Guven û Zulkuf Gezen in. Gelek mêvan jî li pîrozbahiyê hazir bûn.

Di Newroza îsal a Amedê de ku bi dirûşma ''Em ê bi mîsogerî bi ser bikevin, tecrîdê bişkînin'' weke her sal gelek navên xwecih û navnetewî hazir bûn. Di nav mêvanan de siyasetmedarên Kurrd, nûnerên sendîka, sazî û serokên rêxistinan û nûçegihan hazir bûn. Mêvanê rûmetê yên pîrozbahiyê keça Hevseroka KCD'ê Leyla Guven Sabîha Temîzkan e  ku ev 134 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye û her wiha û her wiha dayik û bavê Zulkuf Gezen, Havva û Şeymûs Gezen in, ku Zulkuf Gezen li Girtîgeha Tîpa F'yê ya Nimro 2 ya Tekîrdagê çalakiyeke fedaî pêk anîbû.

Agirê Newrozê wê malbata Zulkuf Gezen vêxîne.

NÛNERÊN KU TEVLÎ NEWROZÊ BÛNE

181 nav û serokên sazî û dezgehan li Newroza Amedê hazir in. Hin ji wan navan wiha ne:

Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevseroka  HDP'ê Pervîn Buldan, Hevserokê DBP'ê Mehmet Arslan, Hevberdevkê HDK'ê Sedat Şenoglu, Hevserokê Keksê Mehmeet Bozgeyîk, Seroka EMEP'ê Selma Gurkan, Sekreterê Giştî yê Egîtîm-Senê Velat Kaya, Sekretera Jin a TUM-BEL-SEN'ê Sema Kiratli,  Sekreterê Perwerdehiyê Adem Kaya, Sekreterê BES'ê Azîz Ozkan, Seroka SKYP'ê Canan Yuce, Wekîlê Serokê ESP'ê Şahîn Tumuklu,, Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Akin Bîrdal, Hevserokên ÎHD'ê Eren Keskîn û Ozturk Turkdogan, Aktivîsta TJA'yê Ayşe Gokkan, Serokê Komeleya Barîkat Tarafdar Erdal Akdemîr, Wezîrê berê yê dewletê Ziya Halis, li ser navê Partiya Kibrisê ya Nû Denîz Paşa, Serokê Federasyona 78'an Celalettîn Can, nûnerên partiyên ku HDP'ê bi wan re bi çarçoweya hilbijartinê tifaq dan3i, Platforma Hiqûqnasên Azad, Insîyatîva Hevgirtina bi Kurdistaniyan re a Norwêçê, Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin, Waliyê Silêmanî Heval Ebûbekir Hisên.