Mêvana warê gêrîkan

"Hûn dikarin bi kevirekî, bi avê, bi darê teknîka dijmin pûç bikin. Destpêkê, gêrîkan min tedawî kir. Mirov hîn dibe bê çawa bi xwezayê re bijîn."

Gerîlaya YJA Starê Bêrîtan Erzûrûm qala çalakiyeke 2018'an a li qada Valto ya Geliyê Tiyarê kir.

Erzûrûm got, "Ez dixwazim qala bîranînên xwe yên li Cîlo bikim" û wiha dewam kir: "Bîranînên hevrêtiyê bi rastî jî gelekî cuda ne. Çi li çalakiyekê be, çi bi rewşa xwe ya birîndarî, hevrêtî gelekî cuda ye. Keda ku hevrê ji bo te dide, hem mirovan mezin dike hem jî bi ser dixîne. Ev jî dibe sedem ku hestên gelekî cuda bi mirovan re peyda bibe."

ÇAR LEHENGÊN LI VALTO'YÊ

Erzûrûm bi vî rengî qala bîranîna xwe kir:

"Sala 2016'an derbasî qada Cîloyê bûm. Sala 2018'an bi tîmeke hevalan em derbasî qada Valto ya Geliyê Tiyarê bûn. Li gel hevala Besê, hevalê Welat, hevalê Êriş em derbas bûn. Weke tîmekê em li qadê bi cih bûn. Di vê demê de zextên dijmin ên li ser tevgera me û Rêberê me zêde bûn. Me ev êrişên giran qebûl nedikir, li ser vê bingehê jî me çalakî dikir. Diviyabû me derb li dijmin bixista.

Tîma me dest bi amadekariyên çalakiyê kir. Me destpêkê keşf kir, ku li ku bi cih bibin, kîjan heval wê li ku kîjan çekê bi kar bîne, di rewşeke gengaz de divê li ku bi cih bibe, rewşa çeperên dijmin çawa ye, dijmin çawa tevdigere, nobedar çawa tên guhertin, kîjan aliyên xwe yên lawaz hene. Piştre jî me amadekariyên xwe yên cebilxane, lojîstîk û hwd. temam kir û em bi rê ketin. Di nava vê demê de dijmin jî amadekariya operasyonê dikir û tevdigeriya. Piştî ku em 5-6 saetan meşiyan hinekî sekinîn, ku bibe êvar û em derbasî cihê çalakiyê bibin. Me cihê xwe girt û em sekinînn. Ji ber îxbarekê dijmin êrişî cihê em lê bûn kir. Destpêkê drone hatin, destpêkê nekarî dîmenê me bikişîne. Piştre roketek li cihê em lê bûn ket, bi vî rengî dîmenê me kişand. Nêzî 1200 leşker hatin cihê em lê bûn, em 4 kes bûn. Şer dest pê kir, nîv saetê dewam kir. Hevala Besê li gel min bû, birîndar bû. Piştre bi êrişa bi bombeavêjê Hevala Besê şehîd bû. Min dixwest wê rizgar bikim, lê nebû. Piştre min xwest biçim gel hevalê Welat, lê belê beriya hevala Besê hevalê Welat şehîd bûbû. Nêzî 6-7 fîşek lê ketibûn. Ez jî ji milê xwe birîndar bûbûm, 2 fîşek li milê min ketibûn. Parçeyê bombeavêjê jî li lingê min ketibû, parçeyek li zikê min jî ketibû, lê pê nehesiya bûm. Hêza hevalan a şerkirinê ez li ser piyan dihişt. Di navbera me û dijmin de êdî 4 metre mabû, min dixwest hevalan ji wir derxînim, lê belê min dikir nedikir nikarîbû. Dijmin mîna tîpa C dor li me pêçandibû, li gel min jî cebilxane kêm mabû. Min cebilxane hêdî hêdî bi kar dianî, ji bo ji dorpêçê rizgar bibim. Heta cihekî ji dorpêçê rizgar bûm. Piştre bi qasî hefteyekê li herêma ku dijmin lê bû mam."

DERMANÊ LI BINÊ TEHT

Gerîla Bêrîtan Erzûrûm li ser berxwedana xwe ya ji bo jiyanê wiha axivî:

"Hesteke cuda ye dema ku mirov bi tena serê xwe di nava dijmin de bimîne, îradeyeke xurt divê. Yê ku tovê vê îradeyê çand û mezin kir Rêber Apo bû. Tu dikare bi îdeolojiya Rêbertî îradeya xwe xurt bike, xwe xurt bike. Tu hîn dibe ku hêza xwe çawa bi kar bîne, di nava dijmin de dijmin nas dike. Dijminê li dijî me dijminekî ji rêzê nîne, bi rengekî bêsînor li dijî gerîla şer dike. Weke jinekê min hêza xwe di nava rastiya vî dijminî de nas kir. Min hêza têkiliya hevrêtiyê ya îdeolojiya Rêbertî li vir baştir dît û nas kir.

Li cihê ku lê bûm, tiştekî ku bersivê bide pêwîstiya min a erzaqê tune bû; av, xwarin û hwd. tune bû. Neçar mam ku hefteyekê bi vî rengî bimînim. Cihek hebû, av gelekî bilind bû, min dixwest derbasî wê derê bibim, lê belê pêlava min gelekî şematok bû. Min jî pêlava xwe ji pê kir û ji bo ji nava avê derbas bibim, meşiyam. Bi carekê av bilind bû, bi xurtî diherikî. Bi qasî pêncî metreyî li ber avê çûm, piştre min xwe bi darê ve girt û bi vî rengî ji nava avê derketim. Wê demê pêlava min jî ji destê min ketibû, du rojan bêpêlav mam. Neçar mam ku bi wî rengî tevbigerim. Derfetên min nebû ku ji cihekî din peyda bikim. Dema ku em ketin şer havîn bû, di 14'ê Tîrmehê de em ketin şer. Ji ber germê birîna min bêhtir der bû, min timî hewl dida paqij bikim. Lê belê tiştekî ku pê paqij bikim tune bû. Tenê gomlek û şala min bi min re mabûn. Ji cihê xwe rabûm û dema ku hinekî meşiyam, min valahiyek li binê tehtekî dît. Li binê teht gêrîk hebûn. Bi rêbaza tedawiya xwezayî min jî lingê xwe dirêjî nava gêrîkan kir, ji bo hinekî paqij bikin. Wê demê bi qasî nîv saetê ez bi xew ve çûbûm. Dema ku hişyar bûm min dît ku birîna lingê min paqij bûye. Gêrîkan birîna min paqij kiribûn. Mirov bi tena serê xwe jî bimîne hîn dibe ku xweza çawa dikare ji mirovan re bibe alîkar."

'GERÎLA BI KEVIREKÎ, BI AVÊ, BI DARÊ DIJMIN TÊK DIBE'

Gerîlaya YJA Starê anî ziman ku di nava şert û mercên herî giran de jî dikarin teknîka dijmin têk bibin û got, "Di vê demê de ji ber êrişên giran ên hewayî guhê min giran bûbû. Balafirên keşfê li ser min digeriyan, min nedikarî tevbigerim. Dema ku çûm ber avê ji bo avê vexwim, balafira keşfê dîmenê min kişand. Piştre du helîkopterên kobra hatin û bi obus û hawanan jî cihê lê bûm hate bombekirin. Demekê di bin êrişa hewayî de beziyam. Min got, baştire ku bikevim nava daran, wê demê droneyan ez nedît. Êrişa helîkopterên kobra ji bo demekê rawestiya, di nava daran de min xwe gihand avê. Li kêleka çem golek çêbûbû, li binî jî kevirek hebû. Min jî di nava avê de xwe xist binê wî tehtî. Di wê rewşê de cihê herî ewle ew der bû, ji bilî vê yekê min nikarîbû xwe ji drone û kobrayan biparêzim. Drone demekê li qadê geriya, ji ber ku dîmen nedît çû. Kobrayan jî bi qasî çil deqeyî li derdora min reşandin û ew jî çûn. Mirov bi vî rengî dikarin bi hêsanî teknîka dijmin pûç bikin. Bi kevirekî, bi avê, bi darê mirov dikare teknîka dijmin têk bibe."

'RÊBAZEKE DIN A DERMANKIRINÊ HEVRÊTÎ BÛ'

Gerîlaya YJA Starê Bêrîtan Erzûrûm wiha qala wê kêliya dîtina hevrêyên xwe kir:

"Piştî ku hefteyekê di nava dijmin de mam, heval hatin. Dema ku min heval dît, mîna ku dinya bûye ya min kêfxweş bûm. Min heval hembêz kir, hesteke gelekî cuda bû. Ew jî heta bên wê derê gelekî meşiya bûn, gelekî hewl da bûn ku vê hewldana wan ez hestewar kir. Dema ku hevalan xwestin tedawî bikin, min ji wan re got, 'gêrîkan ji xwe tedawî kirin'. Gelekî bandor li hevalan kiribû; demeke ewqasî dirêj di nava dijmin de ma bûm, îradeya ku min nîşan dabû. Her wiha şehadeta hevalan bû sedem ku heval hîn bêhtir li dijî dijmin bibin xwedî kîn û hesta tolhildanê mezin dikir.

Tedawiya min a destpêkê ji aliyê gêrîkan ve hatibû kirin, ya duyemîn jî bi germahiya hevalan bû. Li pêşberî keda hate dayin mirov gelekî hestewar dibe. Em piştre derbasî qada Cîlo bûn, nêzî mehekê man û heta tedawiyeke berfireh bibim li wir mam. Piştî mehekê derbasî qadeke guncaw bûm ji bo tedawiyê. Di çalakiyê de çar jê payebilind gelek leşkerên dijmin hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn."