Meşa Zînî Wertê hate astengkirin

Meşa dirêj a ciwanan a ber bi Zînî Wertê ve ji aliyê asayîşa YNK’ê ve hate astengkirin. Ciwanên ku 45 deqeyan çalakiya rûniştinê kirin, bi daxuyaniyekê astengî şermezar kirin û gotin: “Gelo tiliya wan di komploya Zînî Wertê de heye."

Meşa Însyatîfa Ciwanên Başûrê Kurdistanê ya ji bo Zînî Wertê dewam dike. Dema ku girse gihişte Serkebanê polîs û hêzên asayîşê pêşiya wan girtin. Berpirsê asayîşê Abdulah Çavreş ê rê neda ciwan bimeşin, diyar kir ku Wezareta Navxweyî fermana ‘rê nedin meşvanan’ ji bo wan hatiye dayîn.

Ciwanan nerazîbûn nîşanî gotina polîsan a ‘Ji bo ewlekariya we rê nadin’ dan gotin: “Em hemû berpirsyariyê li ser milê xwe digirin.”

‘DI KOMPLOYÊ DE TILIYA WE HEYE?’’

Ciwanan ji bo protestokirina vê helwestê bi qasî 45 deqeyan çalakiya rûniştinê kirin. Piştre jî Arîn Şiwanî daxuyaniyek da û got: “Ev meş meşa yekîtiya netewî bû. Astengkirina vê tê wateya astengkirina pêknehatina yekîtiya netewî. Çima YNK vê meşê asteng dike. Gelo di komploya li Zînî Wertê de tiliya we heye.”