'Meşa me wê bi felsefeya jiyana azad bidome'
Şervana YPJ'ê Zîlan: Paqijbûna Helebê ji çeteyan nayê wê wateyê ku têkoşîn qediya ye. Bila kes têkoşîna xwe sist neke.
Şervana YPJ'ê Zîlan: Paqijbûna Helebê ji çeteyan nayê wê wateyê ku têkoşîn qediya ye. Bila kes têkoşîna xwe sist neke.
Yek ji şervanên YPJ'ê yên li Helebê Zîlan, ji ANF'ê re qala berxwedana 6 salan a li taxa Şêx Meqsûdê kir.
Li ser girîngiya Helebê ji bo wan, Zîlan got, "Girîngiya Şêx Meqsûdê, Helebê ji bo gelan gelekî mezin e. Li vê herêmê, ne tenê Ereb dijîn. Kurd, Tirkmen, Suryanî, Ermenî jî dijîn. Ji vî alî ve bajarekî mozaîk çandê ye.
LI ŞÊX MEQSÛD Û EŞREFIYÊ MODELA JIYANA NÛ
Bi dehan salan bawerî û gelan hewl dan bi nasname û zimanên xwe hebûna xwe biparêzin. Lê beêl desthilatdarî û netewe-dewleta serdest bi rengekî rêk û pêk hewl dan gelan bihelîne. Ev yek ji gelek aliyan ve bi ser xist. Lê belê bi Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmeha 2012'an re gelê Kurd piştî 100 salî ket nava serdemeke dîrokî û destketiyên dîrokî afirand.
Li Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê, ku mezintirîn herêma Kurdan a li derveyî Rojava ye, destketiyên dîrokî bi dest ketin. Li vê derê rêxistinbûna siyasî û leşkerî ya Kurdan, Ereban, Suryanî, Ermenî û Tirkmenan hat avakirin û modela jiyaneke alternatîf hat destnîşankirin. Gel bûn xwedî modela jiyaneke nû ya ji demokrasî, wekhevî û azadiyê."
Şervana YPJ'e Zîlan da xuyakirin, ku piştî sala 2011'an, li Sûriyeyê şerekî giran rû da û li dijî vê yekê jî têkoşîneke mezin a şoreşgerî derket holê.
'DI DESTPÊKÊ DE TENÊ 3-4 KLEŞ Û ÇEND BOMBEYÊN ME HEBÛN'
Zîlan got, "Hêzên navneteweyî û herêmî, bi taybetî dewleta Tirk, alîkariya ji tank, top, fuze, hawan, lojîstîka ji her alî ve dan komên çete. Her wiha ji bo şer bikin, bi mîlyonan dolar dan. Di destpêkê de hejmara me ji xwe kêm bû. 3-4 kleş û bombeyên me hebûn. Rêxistinbûneke me ya gelekî xurt jî tine bû. Çekên me yên giran nebûn, lê belê vîn û biryardariya me hebû.
Bi demê re me ev vîn û birdarî veguherandin hêz û rêxistinbûna siyasî û leşkerî. Ji 7 heta 70 salî me gelê xwe birêxistin kir. Me ji gelên Ereb, Tirkmen, Suryanî û gelên din re qala xwe kir. Wan jî ji me re qala xwe kirin. Gotin, ku jiyaneke çawa dixwazin. Derket holê, ku divê li ser bingeha wekhevî, azadî, edalet û demokrasiyê têkoşîn bibe yek. Her kesên ku xwe li pêşberî gelan û dîrokê berpirsyar dîtin, ketin bin bar. Ji roja destpêkê ve me taxên xwe bi biryardarî û vîneke mezin parast. Em li ber êrîşên çeteyan rabûn, ku bi çekên herî pêşketî û hejmareke zêde êrîş dikin."
ÊRÎŞÊN KOMÊN ÇETEYAN BI ÇEKÊN KÎMYEWÎ
Şervana YPJ'ê Zîlan diyar kir, hemû herêmên di destê YPG/YPJ'ê de ne yên li Helebê, bûn hedefa komên çete El Nûsra, Ehrar El Şam, Tûgaya Sûltan Mûrad û got, "Li van herêman, çekên kîmyewî jî bikar anîn. Wê bê bîra we; di navbera salên 2012-2013'an de li Helebê êrîşên bi gaza sarînê hatin kirin. Ev êrîş, cara yekemîn dihat kirin. Gele mirovên me; jin, zarok, extiyar, ciwan hatin kuştin."
Zîlan destnîşan kir, ku bi berdêlên giran wan nirxên xwe parastine û got, "Berxwedan û ruhê berxwedana fedayî bi vî rengî derketin holê. Bi taybetî di nava sala dawî de berxwedaneke gelekî mezin hat nîşandan û destketiyên girîng hatin bidestxistin. Berdêlên gelekî mezin hatibin dayîn jî gelê me di nava 6 salan de, hem weke hêzên YPG û YPJ'ê, hem jî weke gelên li herêmê, em gavekê jî vengeriyan.
'BERXWEDAN Û VÎNA HEVPAR A LI ŞÊX MEQSÛD Û EŞREFIYÊ, BI FELSEYA RÊBERÊ GELÊ KURD AFIRÎN'
Şervana YPJ'ê Zîlan bibîr xist, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi salan li Helebê, Şamê û Rojavayê Kurdistanê ma û got, "Ked, bawerî, vîn û biryardarî da. Gel hînî berxwedan û wêrekiyê kir.
Berxwedan û vîna jiyana hevpar a îro li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê derketine holê, ji aliyê felsefe û ramanê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat afirandin. Bi xwîna şoreşgerên dan ser şopa wî, afirîn. Yê ku ev rastî afirand, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Ne me, ne jî gelên me li pêşberî hêzên dixwazin vîna me ya jiyana hevpar tine bikin, serî tewand."
Zîlan destnîşan kir, ku tevî nebûna derfetan jî, kesî xiyanet li gel û nirxên xwe nekir û got, "Tî bû, birçî ma. Canê xwe da, lê belê tevî vê yekê jî têkoşîn, rêxistina leşkerî û siyasî hat xurtkirin."
'YÊN KU GEFA TINEKIRINÊ LI ME DIXWAZIN, EW BI XWE LI HELEBÊ TINE BÛN'
Zîlan da xuyakirin, ku êrîşên li dijî wan, ji aliyê hêzên herêmî bi taybetî dewleta Tirk, Erebîstana Siûdî û Qatarê e hatin birêxistinkirin û ji go pirsa "Hêzên êrîşî we kirin, ti encam bi dest xistin?" ev bersiv da:
"Hêzên li Şêx Meqsûdê, Eşrefiyê û Botanpaşayê êrîşî me kirin, hêzên herêmî û navneteweyî bi taybetî dewleta Tirk ên destek dan van êrîşkaran, têk çûn. Yên ku gefa tinekirinê li me dixwazin, ew bi xwe li Helebê tine bûn. Û di nava demeke kurt de wê ji tevahiya axa Sûriyeyê bên avêtin."
'LI ROJAVA DÎROKEKE NÛ TÊ NIVÎSANDIN'
Şervana YPJ'ê Zîlan diyar kir, tevî ku di encama şerê 6 salan de çete ji Helebê hatibin avêtin jî têkoşîn hîn neqediya ye û ev nirxandin kir:
"Li Rojava dîrokeke nû tê nivîsandin. Jin bi pêşengiyua YPJ'ê, ji bo rizgarkirina Reqayê ku dilê çeteyên DAIŞ'ê ye, bi lez û bez bi pêş ve diçin. Ji ber vê yekê dîrokek tê nivîsandin ku dikare ji hemû bindestan re bibe hêvî. YPJ'ê li dijî çeteyên DAIŞ'e yên faşîst û dest bi xwîn, bi rengekî destanî li ber xwe dan. Di bingeha vê berxwedanê de rastiya jinê ya şerker û îdeolojiya rizgariya jinê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye.
Li Rojava bi sedan berxwedêrên azadiyê yên jin şehîd bûn. Bi hezaran xazî bûn. Serketina Şoreşa Rojava bi saya van berdêlan e. Serketina li Helebê jî bi saya van e. Divê li vir bê destnîşankirin, serketin û ruhê berxwedanê yê li Şêx Meqsûdê derket holê, bû sedem ku jinên Ereb jî tevlî nava refên YPJ'ê bibin."
'MEŞA ME WÊ BI FELSEFEYA RÊBERÊ GELÊ KURD HETA SERKETINÊ BIDOME'
Şervana YPJ'ê Zîlan da zanîn, têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya YPJ'ê hat meşandin, eleqe û destekeke mezin dît û got, "Bala jinên Ereb jî çû ser îdeolojiya azadiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ew jî tevlî dibin.
Paqijbûna Helebê ji komên çete nayê wê wateyê ku têkoşîn qediya ye. Bila kes xwe û têkoşîna xwe sist neke. Têkoşîn li her qadê bi dijwarî dewam dike. Weke şervanên YPJ'ê, em ê meşa xwe bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heta serketinê bidomînin."