Meşa Azadiyê: Gihîşt Amedê

Kesên ku ji bajarên derdorê ji bo 'Meşa Azadiyê' bi rê ketin, gihîştin Amedê.

Meşa Azadiyê ya ku ji bo rakirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ber bi Gemlîkê hat destpêkirin, amadekariyên wê bi dawî dibin. Kesên ku xwestin tevlî meşê bibin, ji danê nîvro ve li ber Rêxistina HEDEP a li Koşuyoluyê kom bûn. Her ku deqeyên derbas dibûn hejmara girseya li ber avahiya partiyê jî zêde bû.

Kesên ku ji Êlih, Sêrt û Rihayê ji bo Meşa Azadiyê bi otobus û wesayîtan hatin, piştî nîvro xwe gihandin bajêr û hatin ber avahiya partiyê. Li vir stran û sirûd hatin gotin û govend hatin gerandin.

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevserokê Giştî yê HEDEP'ê Tuncer Bakirhan, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgûn Uçar û Keskîn Bayindir tevlî girseyê bûn.

Piştî demekê gel ji avahiya HEDEP'ê heta Parka Koşuyolu li pişt hevserokan meşiyan. Girseya ku gihîştin parkê li wir rawestiyan.

CIWAN LI KOLANAN E: BIJÎ SEROK APO!

Dema ku li Parka Koşuyoluyê rawestiyan, li navçeya Rezan komek kes meşiyan. Koma ku piraniya wan ciwan bûn ji Kolana Emekê heta Kolana Sakaryayê meşiyan. Di wan kêliyan de bi lêdana çepikan, dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Îmraliyê", "PKK gel e gel li vir e" hatin berzkirin .

Li Taxa Kaynartepeyê ciwan daketin qadan û bi dirûşma “Bijî Serok Apo” meşiyan.