‘Meşa Azadiyê’ bi govendê destpê kir

“Meşa Azadiyê” ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Êlih û Sêrtê bi govendê destpê kir.

Gelê Êlih û Sêrtê ji bo "Meşa Azadiyê" ya ku bi daxwaza bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mîsogerkirina azadiya wî ya fîzîkî hatiye destpêkirin, bi rê ket.

Gelê ku dê ji bo meşê ji Êlihê bi rê bikeve, li 3 Yolê hatin ba hev. Gelê Kurd bi govend û stranan li benda rêketinê man.

Gelek caran dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.

Gel ber bi navenda Amedê ve bi rê ket.

SÊRT

Li Sêrtê jî wesayîtên kesên ku ji bo ‘’Meşa Azadiyê’’ bi rê ketin, di derketina bajêr de ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin. Gel bertekên xwe nîşanî vê yekê dan û israr kirin ku meşa xwe berdewam bikin. Gelê ku du saetan ji aliyê polîsan ve hate astengkirin, piştre dîsa ketin rêya xwe.