Mertalên Zindî nerazîbûn nîşanî PDK’ê da: Hevalê me berdin!

Çalakvanên Mertalên Zindî ên li Herêma Bradostê li dijî dagirkeriyê di çalakiyê de ne, daxwaz ji Asayîşa PDK’ê kirin ku bi lezgîn hevalên wan berdin.

Asayîşa PDK a Sîdekan çalakvanên Mertalên Zindî Eyub Xelîl ê Kerkukî roja Duşemê li Sîdekanê destgîr kir.

Ciwanên li Bradostê çalakiya Mertalên Zindî didomîne, destgîrkirina Xelîl protesto kirin.

Bi navê çalakvanên Mertalên Zindî Navdar Başûr axivî û got: “Duh welatiyên ku xwestin werin piştgirî bidin me astengkirin, îro jî hevalê me yê mertalê zindî destgîrkirin.”

Mertalên Zindî ên xeta îxanetkar a PDK’ê şermezar kirin ev got: “Hevalê me li dijî dagirkeriyê tevlî çalakiya vir bûbû, di zûtirîn dem de divê asayîşa Sîdekanê hevalê me berde.”