Mêrdîn: Jin wê Efrînê ji bo Erdogan bikin goristan 

Endama Koordînasyona KJK'ê Rewşen Mêrdîn diyar kir ku berxwedana jinan a li Efrînê wê Erdogan têk bibe û got, "Gelê Efrînê hêza xwe ji welatparêziya Kurdistanê digire. Ev gel li bin nakeve."

Endama Koordînasyona KJK'ê Rewşen Mêrdîn, cihê jinan ê li nava 'Berxwedana Serdemê' ya li Efrînê ji ANF'ê re nirxand.

LI EFRÎNÊ DI KESAYETIYA AVESTA XABÛR DE PÊŞENGIYA JINÊ ISPAT BÛ

Rewşen Mêrdîn wiha dest bi nirxandina xwe kir; "Ez di destpêkê hemû hevalên ku îro di mewziyan de têdikoşin û gelê me yê ku ji hemû aliyan ve di asta berxwedaneke mezin de li hember êrîşên hovane nîşan nişan didin, jin, zarok û extiyarên berxwedêr silav dikim. Em her tim diyar dikin ku em ê li cem berxwedana wan bin. Em îro dinerin ku hemû êrîşên derveyî mirovahiyê, bi teknîka NATO ya pêşketî û bi çekên qedexekirî li hember Efrîn tên bikaranîn. Îro cîhan hemû li hember vê bêdenge. Ev bêdengî tê wê wateyê ku ev êrîş konseptek navdewletiye. Ev netewe dewlet û ew zihniyet ku ti carî nesîbê xwe ji mirovahiyê negirtiye, bi vê  hovitiyê  êrîşê li ser gelê me yê Efrînê dikin. Îro berxwedana gelê Efrînê, parastina axa xwe, helwesta wê rewa ye. Efrîn gelekî kevnare, gelekî hêza xwe ji welatparêziya Kurd digire, bi taybet jî jin, wekî ku jin di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de pêşengî kir, ji jinên cîhanê re hemûyan re bû mînak û pêşengî kir, îro em dinerin di şexsê Arîn Mîrkanan de, li Efrînê di şexsê Avesta Xabûr de pêşengiya jin ispat kir. Bi rastî ew berxwedan, ew ruhê fedaîtî, ew biryarbûn nebûna wê li hember tang, top, hemû çeken qedexekirî yên pêşketî berxwedan nekarîbû bihata dayin. Lê ev diyar e ku hevala Avesta bi çalakiya xwe ve rastî ispat kir. Divê em weke jinên Kurdistanî bibin xwedî helwestek çawa? Dijmin nikare vîna me, dijmin nikare berxwedana me, dijmin nikare vîn û baweriya me ya xurt bişkîne."

'HER DER EFRÎN E, HER DER BERXWEDAN E'

Mêrdîn di dewama axaftina  xwe de bal kişand pêşengiya jinê ya di berxwedanê de û got, "Em niha dibînin yên ku xwedî li vê berxwedanê derdikevin kal û pîrên me yên 70'ê salî ye, zarokên me yên 7 salî ne. Mirovên ku bi taybet jinên ku vê berxwedanê wek berxwedanên xwe dibînin divê di nav vê berxwedanê de cih bigirin. Niha berxwedan ne tenê li Efrînê ye, berxwedan li her derê ye. Îro têkoşîna ku li Efrîn tê kirin têkoşîna mirovatiyê ye, têkoşîna xwebûnê ye, têkoşîna parastina destketiyên xwe ye, têkoşîna mafê xwe yê rewa bidest xistiyê ye, xwedîderketina li nasnameya xwe ye. Yê ku mafdar be neçare têkoşîna mafê xwe bide, neçare mafê xwe biparêze. Îro li Efrîn di pêşengiya hevala Avesta de ev berxwedana serdemê ku 13 roj derbas kir û mêjiyê mirovan dide sekinandin, dewletek jî nedikarî ewqas roj li ber xwe bidana."

'DIVÊ JIN YEKÎTIYA XWE AVA BIKIN'

Endama Koordînasyona KJK'ê Rewşen Mêrdîn di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir; "Niha li wir bawerî xurt e, vîn xurt e, li wir şerê heqîqetê tê kirin. Ji ber vê yekê dijmin nikare bi pêş ve biçe, nikare wek plan kiriye bi pêş ve biçe, nikare di nava du rojan de Efrînê bi dest bixe. Ev hewldanên dagirkirinê bi piştgiriya çeteyên El Nûsra û DAÎŞ'ê wê bibe xewn ji bo wan. Wê jinên Efrînî wir ji wan re bikin goristan. Ew peyama zarok û dayikan bes e ji bo bernedayina Efrînê. Niha îro yên ku çavên xwe li van komkujiyan digirin tê wê wateyê ku ew piştgiriyê didin van komkujiyan. Ji xwe netewe dewlet nahêle gel bibe xwedî îrade, nahêle ku gel bibe xwedî nasname. Ji ber vê yekê divê em wekî Kurd helwesta xwe xurt bikin, yekîtiya xwe xurttir bikin. Ev şert e, li ku dibin bila bibin divê yekîtiyeke me ya xurt hebe. Divê em van êrîşên ku li gelê tên bi yekîtiya xwe pûç bikin. Ev erka me ye. Çawa ku jin li eniyan bi vê erk û berpirsyariyê radibin, divê em li qadên din jî bi vê erkê rabin."