Mêrdîn, Dîlok, Semsûr: Em ê deriyên zindanan vekin
Gelê li Mêrdîn, Dîlok û Semsûrê berê xwe dan qadên Newrozê û gotin em ê ji faşîzma AKP-MHP’ê re bibêjin ‘NA’
Gelê li Mêrdîn, Dîlok û Semsûrê berê xwe dan qadên Newrozê û gotin em ê ji faşîzma AKP-MHP’ê re bibêjin ‘NA’
Gelê li Mêrdîn, Dîlok û Semsûrê berê xwe dan qadên Newrozê û gotin em ê ji faşîzma AKP-MHP’ê re bibêjin ‘NA’
MÊRDÎN
Ligel ku polîsan astengî derxistin jî, bi hezaran kesî li navçeya Qoser a bi ser Mêrdînê Newroz pîroz kirin. Ligel ku polîs bi çekan di nav qadê de bûn, bi hezaran kesên ku ji navçeyên derdorê hatin, bi sloganên “Bijî Serok Apo” û “Newroz pîroz be” ketin qadê. Polîsan alên ‘Na’yê kom kirin jî, girseyê alên nû anîn qadê û di dûmahîka pîrozbahiyê de alên xwe li ba kirin. Serokê Komîteya Amadekar a Newrozê û Hevserokê HDP’ê yê Mêrdînê axaftina destpêkê kir û girse silav kir.
Di pîrozbahiyê de peyamên Hevserokên Giştî yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî hatin xwendin, jinên ku bênavber dilîlandin bi stranên Koma Ûgur Nemir govend gerandin. Dema ku Semîre Kut axivî ya xwişka Rehşan Demîrelê ye ya ku di sala 1992’an de di Newrozê de bedena xwe şewitandibû, coşa girseyê zêde bû, bi stranên Newrozê yên Koma Laleşê re coşa li qadê gihişt lûtkeyê.
Dema parlementerên HDP’ê û komîteya amadekar daket qadê ji bo ku agir vêxin, coşa girseyê zêdetir bû. Alîkarê Hevserokatiya Giştî yê DBP’ê Salih Yildiz jî diyar kir ku, gel di Newrozê de daketiye qadan, slogana aştiyê bilind kirine. Yildiz ragihand ku, ligel hemû qedexekirinan gel daketin qadan û got, “Em careke din ji vê qadê diqîrin; û dibêjin ‘Na’, ‘Na’ û ‘Na’.”
Parlementerê HDP’ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar jî got ku, “Ligel hemû pêkutiyan me stûyê xwe xwar nekir. Em ê tu carî stûyê xwe xwar nekin. Li vê derê em dîsa diqîrin: Stûxwarî tune. Berxwedan heye, têkoşîn heye, heta dawiyê em ê bi serbilindî bimeşin azadiyê. Gotina Hevserokê me Giştî Selahattîn Demîrtaş e yê ku niha di girtîgehê de ye: ‘Çi dibe bila bibe, çi were serê me jî, em ê keştiya azadiyê bidin meşandin. Çi dibe bila bibe em ê teqez wê keştiyê bigihînin.’”
Li ser pirsa ku Sancar ji girseyê re pirsî, “Hûn ê bibêjin Erê”, girseyê bi hev re got “Na”. Sancar got ku, AKP’yî a niha li kuçeyan digerin û dengan dixwazin û diyar kir ku, “ Ka ji wan bipirsin bi destê kê girtine. Bi MHP’ê re dimeşin. Ji kesên ku me û mafên me înkar dikin, em ê bibêjin ‘Na’. Gelê Kurd dev ji her tiştî berdide lê dev ji rûmeta xwe bernade. Di 16’ê Nîsanê de dema em bibêjin ‘Na’ em ê deriyên wan zindanan jî vekin.
Piştî axaftinan girseyê li ber stranên Koma Dengê Amarayê govend gerandin. Piştî ku stran qediyan, girseyê bi alên di destên xwe û sloganan qad terikandin. Polîsan bombeyên gazê avêtin girseyê. Polîsên ku dora dikê girtin, piştî kontrola nasnameyan a hemû peywirdar û rojnamevanan, ew serbest berdan.
DÎLOK
Ji bo pîrozbahiya li navçeya Şehîd Kamîl a Dîlokê, şêniyên Dîlokê danê sibehê berê xwe dan Qada Otobusan a Tûr. Qada Newrozê bi alên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û afîşên 'Newroz pîroz be' hat xemilandin. Jinan jî bi kincên xwe yên gelêrî reng dan pîrozbahiyê. Tevî astengî û provokasyonên polîsan jî, girseya gel xwe gihand qada pîrozbahiyê.
Li qadê alên bi nivîsa 'NA' hat hildan û dirûşmên 'NA' yên ji bo referandûmê hatin qîrîn. Girseya gel li ber strana 'NA' govend gerand. Tevî alên bi nivîsa 'NA', rêxistinên Dev-Lîselî, TJA, DBP, Partiya Şoreşger-Devrîmcî Partî, Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Partîzan alên xwe hildan. Bi zimanên Kurdî, Tirkî, Erebî, Suryanî û zaravayê Zazakî pankartên bi nivîsa "Newroz pîroz be" û "Ji bo aştî, biratî, wekheviyê Bijî Newroz" hatin vekirin.
Jinên ji Şirnexê yên di salên 90'î de koçî Dîlokê kirine, li refên herî pêş ên pîrozbahiyê cih girtin. Li qada her wiha zarokên ku di êrîşa DAIŞ'ê ya li daweteke li Dîlokê birîndar bûn, amade bûn. Beşdarên Newrozê dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî Berxwedana Şengalê", "Bimire koletî, Bijî Azadî" qîriyan.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, li ser navê Komîteya Amadekar endamê Meclîsa Partiyê Mehmet Karayilan axivî. Karayilan diyar kir, cejna Newrozê rojeke têkoşîn û berxwedanê ye û got, "Em îsal bi şiyara 'Em ê teqez bi ser bikevin' li qada Newrozê li hev civiyan. Newroza ku sembola azadiyê ye ji bo gelê Kurd, bû cihê xêrê."
Piştre Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl axivî û destnîşan kir, ku Newroz tê wateya berxwedanê û ew ê ti carî serî netewînin. Togrûl diyar kir, bersiva ku wê di 16'ê Nîsanê de bidin zext û zordariya desthliatdariyê, wê bibe gava destpêkê ya serketinê.
SEMSÛR
Li Semsûrê Newroz li qada Newrozê ya Xaçerêya Mizgeftê ya Gurbuzcan a Rêya Derdorê dest pê kir. Gel bi cil û bergên netewî tevlî Newroza bi dirûşma ‘Teqez em ê bi ser bikevin’ bû. Wekîlê HDP’ê yê Semsûrê Behçet Yildirim, Endam MP’ê ya HDP’ê Çîlem Kuçukeleş li Newrozê hazir bûn.
Newroz ji bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Li ser navê komîteya amadekar Hevserokê Bajêr ê Semsûrê Selîm Ozbehk axivî û Ozbek behsa giringiya Newrozê ya ji bo Kurdan û gelên Rojhilata Navîn kir. Wekîl Behçet Yildirim û endama MP’ê Kuçukkeleş bi Dayikên Aştiyê re agriê Newrozê bi dirşûmên ‘şehîd namirin, bijî Newroz’ vêxistin. Wekîl Yildirim got Newroz keveşopiya berxwedanê ye û bi berdewamî: ‘’Hêviya gel û tirsa mezin a Deheq e Newroz. Li dijî wan kesên ku dixwazin Newrozê qedexe bikin giyanê mezin ê berxwedêr wê bi ser bikeve. Hûn û hişê we yê zirz wê têk biçe û Newroz li van xakan heta hetayê wê were pîrozkirin.
Di dema axaftina Yildirim de gel gelek caran dirûşmên, ‘’bijî serok Apo, bi berxwedanê em ê bi ser bikevin, bijî berxwedana Kobanê berz kirin’’
Endama MP’yê Kuçukkeleş jî axivî û got, ‘’Heke ne ji me jinan bûya ev têkoşîn nedihat vê derê. Li Rojhilata Navîn baweriya bi Xizir heye. Meha Xizir Sibatê dest pê dike. Dema ku Xizir xilas dibe Newroz dest pê dike. Xizir pê li kû bike hêşîn dibe. Bi Newrozê re bihar dest pê dike. Ji bo vê jî ji Newrozê ditirsin.’’
Piştî axaftinan Mehmet Akbulut stran, gel govend gerand. Gel bi cil û bergên xwe yên rengîn kete govendê.