BI DÎMEN

Merasîmên Çarşemesûrî û Newrozê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê Newroz û Çarşemesûrî bi çalakiyên girseyî hatin pîrozkirin.

Doh şev ku şeva Çarşemiya dawî ya salê (ya Hîcrî Şemsî) bû ku di nava gelên Îranê de weke Çarşemesûrî tê zanîn û  her salê bi pêxistina agiran li kolan û navendên bajêr û teqandina fişekên hewayî pêşwaziya sala nû û Newrozê dikin.

Her wiha weke rojeke yê nîşandayîna hêrsa xwe li beramberî zaliman dinirxîne.

Ji ber wê yekê doh ji tirsa ku ew merasîma Çarşemesûrî veguhere serhildanan, hêzên dewleta Îranê li her deverê xwe bi cih kiribû. Tevî vê yekê jî gelan bi pêşengiya jin û ciwanan merasîma Çarşemesûrî lidarxistin.

Bi wê boneyê û hem jî bi boneya Newrozê gel li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê yên wek, Kamyaran, Sine, Kirmaşan, Mihabad, Neqede, Ûrmiye, Seqiz, Merîwan, Xoy, Qurwe, Ciwanro û gelek bajar û navçeyên din, her wiha gelek bajar û navçeyên Îranê yên wek Tehran, Îslamabad, Kerec, Qezwîn, Lengrûd, Melekan, Qom, Reşt û Sawe merasîmên pîrozbahiyê lidarxistin.