Meleyek li Qeledizê hate qetilkirin

Meleyekî endamê Partiya Komela Îslamî  li bajarê Qelediz a Başûrê Kurdistanê hate qetilkirin.

Meleyekî endamê Partiya Komela Îslamî, li bajarê Qelediz ê girêdayî bajarê Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê hate qetilkirin.

Li gorî agahiyên hatin girtin meleyê bi navê Ehmed Dêrê yê ku dema piştî nimêja Înê ber bi mala xwe ve diçû li ber derê malê êrîşekî bi çek li hember hatiye kirin. Dêrê yê ku dema gule ji wesayîtekê li ser hate reşandin, di encamê de 7 gule vêket û li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.

Mele Ehmed Dêrê yê ku xwediyê 4 zarokane, hat diyarkirin ku melayê herêma Qelediz a Komela Îslamî ye û berpirsê yekîtiya rewşenbîrane. Ne hat zanîn ku ka Mele Ehmed Dêrê ji aliyê kê yan jî kesan ve hatiye hedefkirin.

Di mehên bihurî de jî li Hewlêrê Kesê bi navê Mele Hûşyar Îsmaîl jî hatibû qetilkirin.