Melet: Rewşa Awarte qet bi dawî nebû

Serokê ÎHD'ê yê Wanê Mûrat Melet got, Rewşa Awarte di pratîkê de dewam dike.

Rewşa Awarte tevî ku li tevahiya Tirkiyeyê hatiye bidawîkirin, li bajarên Bakurê Kurdistanê tê dewamkirin. Ji ber rewşa awarte mîna rewşeke asayî mafên mirovan tên binpêkirin.

Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxê Wanê Mûrat Melet anî ziman, tevî ku Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan di sala 71'ê de ye hem li Tirkiyeyê hem jî li Rojhilata Navîn mafên mirovan tên binpêkirin. Melet got, "Bi wesîleya Hefteya Mafên Mirovan em vê bnagê dikin; tavilê Beyannameya Gerdûnî ya Mafên Mirovan ji xwe re bikin esas. Dema ku we ev krîter pêk anîn hingî em dikarin bêjin ku mafên mirovan hene. Naxwe mirov nikarin qala hebûna mafên mirovan bikin. Ji ber vê yekê em bang li alîgirên mafên mirovan û demokrasiyê dikin; bi wêrekî tevbigerin. Dema ku hûn wêrek bûn hingî em dikarin dawî li binpêkirina mafên mirovan bînin. Ev nebe wê dewlet her tim mafên mirovan binpê bike."

'EM Ê JI MAF Û RASTIYÊ ŞAŞ NEBIN'

Melet destnîşan kir, tevî ku Rewşa Awarte li Tirkiyeyê hatiye bidawîkirin hîn jî dewam dike û got, "Parêzvanên mafên mirovan nikarin ti çalakiyê bi gel re li qadan, li derve bikin. Di serî de li Wanê li tevahiya Kurdistanê û li tevahiya Tirkiyeyê divê qedexe tavilê bên bidawîkirin. Astengiyên li pêşiya nêrîn, çalakî û xwepêşandanan bên rakirin. Em ê ti carî ji maf û rastiyê şaş nebin. Niha bi hezaran mirov ji ber nêrîna xwe girtî ne. Her wiha bi hezaran mirov jî ji ber qedexeyan li derve mîna di nîv girtîgehê de bin dijîn."