Mehmet Ocalan: Bi rêya tecrîdê tiştek çareser nabe

Mehmet Ocalan ku herî dawî 11'ê Îlona 2016'an Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dît got, "Bi rêya tecrîdê tiştek çareser nabe. Ev meseleya bûye kangren, tenê ji aliyê Apo ve dikare bê çareserkirin."

Mehmet Ocalan anî ziman, ku ev saleke ew bi ti awayî agahiyê ji kekê xwe nagirin, lewma bi fikar in. Mehmet Ocalan got, haya wan jê nîne bê dijî ya najî.

Ji 11'ê Îlona 2016'an û vir ve, ku herî dawî Mehmet Ocalan pê re rûnişt, bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin. Ocalan, ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve bi parêzer û ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve jî bi heyeta Îmraliyê re hevdîtin pêk neaniye. Ji ber fikarên li ser tenduristiya Ocalan siyasetmedarên Kurd 31'ê Tebaxa 2016'an dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kiribû. Li ser vê yekê birayê Ocalan Mehemt Ocalan 11'ê Îlona 2016'an çûbû Îmraliyê û kekê xwe Ocalan dîtibû. Di se vê hevdîtinê re salek derbas bû.

BI TI AWAYÎ AGAHIYÊ JI OCALAN NAGIRE

Birayê Ocalan Mehmet Ocalan diyar kir ku ev saleke bi ti awayî agahî ji Ocalan negirtine, lewma ew bi tirs û fikar in. Mehmet Ocalan destnîşan kir ku nizanin bê ka birayê wîn sax e yan na. Bira Ocalan bibîr xist ku hikûmxwarî be û girtî jî be hevdîtin mafê wan ên bingehîne û got: "Dewlet rê nade hevdîtinê. Ti feydeya tecrîdê ji bo Tirkiyeyê nîne. Mafê qanûnî yê hevdîtinê yê malbatê tê desteserkirin."

'ÇIMA BÊDENGÎ?'

Bira Ocalan wiha dewam kir: "Ji 3 salan carekê me hevdîtin kiriye. Di serî de bang li Kurd, Tirk û hemû gelan dikim. Ev sûcekî mezin e. Li Rojhilata Navîn xwîn diherike. Ji bo rawestandina xwînê hezeke mezin a Birêz Ocalan heye. Divê hemû sazî û dezgehên li Tirkiye, Rojhilata Navîn û Ewropayê guh bidin bangên me. Hevdîtin ku mafê bingehîn ê malbatê ye, tê astengkirin. Çima bêdeng dimînin? Ev nêzîkatî fêdeyê nade kesî."

'BI TECRÎDÊ ÇARESERÎ NABE'

Mehmet Ocalan destnîşan kir ku divê bi lezgîn tecrîd bê rakirin û ji bo xwîna tê rijanandin bê rawestandin divê mafên demokratîk bên bikaranîn. Ocalan diyar kir ku rêya Îmralî bê vekirin wê rijandina xwînê bisekine. Mehmet Ocalan ji bilî gelên Tirkiyeyê, bang li Kurdên li Iraq, Sûriye û Îranê kir û wiha pêde çû: "Bi bikaranîna mafên xwe yên demokratîk re em dikarin rêya Îmralî vekin. Dibe ku pirsgirêka Kurd bi rêya demokratîk çareser bibe. Bawerim rewşa li Rojava niha vegeriyaye kangrenê. Eger bi Ocalan re hevdîtin pêk were, rewşa li Rojava wê bi awayekî demokratîk çareser bibe. Ya ku ez dixwazim bînin ziman mirovên demokrat, rewşenbîr û xwedî wijdan ji bo rawesandina vê xwînê divê mafên demokratîk bi kar bînin. Bi tecrîdê ti tişt çareser nabe."

'YÊ ÇARESER BIKE APO YE'

Mehmet Ocalan ê beriya salekê hevdîtin bi kekê xwe re kir, bi bîr xist, ku Ocalan gotiye, "Eger dewlet bixwaze dikare pirsgirêka Kurd di nava 6 mehan de çareser bike. Li gel hevalên li vir projeyên me yên çareseriyê hene." Mehmet Bira Ocalan destnîşan kir ku bi dehan caran ev peyam bi raya giştî re parvekirine, lê di vê pêvajoyê de li gel bêdengiya dewletê, bi ti awayî agahî ji Grava Îmraliyê negirtine. Mehmet Ocalan got: "Di wê hêviyê de me ku ne dereng zû rêya hevdîtinê bê vekirin. Yê vê mijara ku bûye kangren çareser bike, Apo ye. Heyeta Îmraliyê dikare çereser bike. Bandoreke mezin a Birêz Abullah Ocalan li ser her kesî heye. Wê Qendîl jî lê guhdarî bike û her kes jî. Di wê hêviyê de me ku hikumet û dewlet jî guh bide me. Guh bide dengê me û bi zû rêya Îmraliyê veke. Bi lezgîn ev xwîn bê rawestandin."