'Meha Mûharremê meheke mezin a îbadetê ye'

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê: Li Rojhilata Navîn Yezîtî dewam dike. Dewleta Tirk bi desthilatdariya AKP-MHP'ê bûye dewleteke Yezît. Di navbera Enqere ya vê demê û Şam a Yezît de ti cudahî nîne.

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê bi wesîleya meha Mûharremê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Em ketine meha Mûharremê ku di baweriya Elewîtiyê de xwedî cihekî girîng e. Mûharrem di heman demê de ji bo Misilmanê nŞîa jî meheke îbadetê ya mezin a hêja û şînê ye.

Mûharrem jibîrnekirina zalîmtiya li Kerbela ye. Rojên bibîrxistina cudahiya nvabera Îslama qesr-desthilatdariyê û parêzvanên edalet û wekheviyê ye. Em hêvîdar in meha Mûharremê ya ku dest pê kiriye, li ser xeta berxwedanê ya Kerbela derbas bibe. Em bang li her kesên alîgirê heq û heqîqetê dikin ku li dijî Yezîtên vê demê sekneke Huseyînî ya hemdemî nîşan bidin.

Li Rojhilata Navîn Yezîtî dewam dike. Dewleta Tirk bi desthilatdariya AKP-MHP'ê bûye dewleteke Yezît. Di navbera Enqere ya vê demê û Şam a Yezît de ti cudahî nîne. Erdogan li qesra xwe ya ji hezar û yek odeyî mîna Yezît ê li qesra xwe ya kesk, planên talan, desteserkirin, fitne û komkujiyan dike. Dewleta Tirk, ji şopdarên wan zaliman ên ku Yezît ji bo qetilkirina Îmam Huseyîn û hevrêyên wî şandibû, kujer bi rêxistin kiriye. Bi destê van kujeran her roj Kurdan û Elewiyan dijkuje, mîna Yezît êrişê dibe ser her kesên mîna wî nafikire.

Yezîtên ku dewleta Tirk bi rê ve dibin gefê li Elewiyan dixwin, zext û tundiyê li wan dikin.

Elewî ji aliyê dewleta Tirk ve ya ku kevneşopiya Yezît temsîl dike gelek caran hatin qetilkirin. Niha jî metirsiya komkujiyê li ser Elewiyan heye. Mûharrem a îsal ji bo Elewiyan ji her demê bêhtir di rewşeke metirsîdar de dest pê kiriye. Elewî tenê bi têkoşîna wêrek û fedakar a Îmam Huseyîn dikarin vê metirsiyê beralî bikin. Bi vê wesîleyê em bang li her kesî dikin ên baweriya xwe bi hişmendî, bawerî û ruhê azadiyê tînin ku li ser xeta Huseyînî bibin xwedî sekna Huseyînî. Em bang li wan kesan dikin ên ku Îmam Huseyîn ji xwe re dikin rêber, ku bêjin 'Eger zilm hebe, wê her tim Huseyîn jî hebin'. Bi navê tevgerê, em di wê baweriyê de ne ku têkoşîna li dijî dewleta Tirk a ku dijminê gel û baweriyan e, tê wateya dewamkirina kevşopiya Kerbelayê. Lewma li dijî faşîzma AKP-MHP'ê ku serkêşê vê demê yê Yezîtiyê ye, meşandina têkoşîna demokrasiyê tê wateya nûkirina rastiya Huseyîn.

Mûharrem a îsal li Tirkiyeyê li gel komkujî, zext û girtinê, bi şewat, xizanî û bêkariyê dest pê kiriye. Ev karesat hemû ji ber wê yekê ye ku Tirkiye di bin hukmê zîhniyeta Yezît de ye. Em di wê baweriyê de n; Elewiyên ku vê xeteriyê dibînin wê bîranîn Mûharremê bikin wesîleya xurtkirina yekîtiya îbadet û xizmetê.

Yezîtî hinceta wê yekê ye ku Elewî li gorî baweriya xwe hîn bêhtir tevlî têkoşîna demokratîk bibin. Em pê bawer in ku Elewî wê di Mûharrem a îsal de berxwedana Kerbelayê hîn bi têgihiştî û bawerî bi bîr bînin. Bi navê tevgerê em di wê baweriyê de ne, ya ku ji civata berxwedana Kerbelayê bi pîrozmendî bi bîr tîne û îbadet dike, têkoşîn e. Em dixwazin destnîşan bikin ku cewhera Rêya Elewîtiyê ev e. Yên ku baweriya xwe bi dewamkirina kevneşopiya berxwedanê ya Kerbelayê tînin, refê wan her tim têkoşîna demokrasî û azadiyê bûye. Em di wê baweriyê de ne ku berxwedana Kerbelayê ji bo her kesên ku bi heq û heqîqetê zanin, berxwedana li dijî Yezîtên serdemê xizmeta herî pîroz e.

Bi wesîleya îbadet, bîranîn û şîna li meha Mûharremê, em careke din hêvî dikin ku rojî û xizmeta yên ku Îmam Huseyîn ji dil hîs dikin, ji niha ve li lênûska heq bê nivîsandin. Em bang li dilxwazên Huseyîn dikin, ku bi têkoşîna li dijî zilmê xwedî li Hz. Huseyîn û canên şehîd bûne derkevin. Bi wesîleya rojê em diyar dikin; bi têkoşîna azadiyê ya Kuridstanê ku tevgereke Huseyînî ya serdemê ye, xwedî li bîranîna wan derdikevin û bang li her kesî dikin ku xwe li refên têkoşîna demokrasî û azadiyê bigirin, li dijî Yezîtiyê ku hewl dide gelan berde hev, li ber xwe bidin."